Em dikarên bêjin ku Agirî, çawa ku doşega mêra, camêra û egîda bûye di heman
demê de ya huner û hunermendaye jî. Wek qelema zexm û xurt ya klasîka edebîyata
Kurdî Ahmedê Xanî, çêker û dengdarên kilamên serketî yên dengbêjîya cimaeta
Kurdan jî dîsa ji Agirîyê derketine.
Kesên wek Evdalê Zeynikê, Bedîhê Çavşûşe, Şakiro, Nesoyê Zado, Nûroyê Meter,
Hecî Elkerîmê Panosê, Evselamê Koşkê û hê gelek hostayên dengbêjîyê ji vî axî ne.
Lê ne tenê hostayên dengbêjîyê gelek hunermendên serketî yên mûzîka modern jî
yên wek Nizamettîn Arîç û Serhedê Bazîdê dîsa ji Agirîyê ne.
Di nav van de dengbêjek bijarte heye ku ew jî mijara vê nivîsa me ye. Belê, Seyadê
Şamê. Ew “qulingê birîndar”, alîyek rihê Zulfînazê, xwedîyê kilama “esmerê” ye.
Werin em ji bo ku ji nêz de nas bikin nivîsek baş û dorfreh ya Mihyedîn Nahrîn
bixwînin.
Qulingê Birîndar: Seyadê Şamê
Seyadê Şamê, di sala 1922an de li Bazîdê ji dayîka xwe dibe. Mezinê xwîşk û biraya
ne. Zaroktîya wî di qelebalixa dunê de derbas dibe. Li alîkî Serhildana Agirîyê,li alîyê
din Zîlan wek her zarok ûxortê wan çaxa Seyad jî dixe bin tesîra xwe.
Di sala 1940î de Seyad ji ber xizanîyê lê dixe ku herê Îranê. Li ber sînorê Îranê
Seyad tê girtin û wî diavêjin zindanê. Li zindanê Erziromê nêzî salekê girtî dimîne. Di
wextî girtîbûna wî de malbata wî ji tên sirgûnkirin. Berê malbata wî ji Agirî didin
Çorûmê.
Dema Seyad ji girtîgehê derdikeve berê xwe dide Alacaya Çorûmê. Demekê li wir, li
cem malbata xwe dimîne. Di vê navberê de ew bi yara xwe re sozê didin hev ku ji bilî
hev bi kesekî/a din re nezewicin. Diçin û Zulfînazê dixwazin û daweta xwe dikin. Şeş
mehan bi hev re jîyana xwe par dikin.
Hîn salek li ser zewaca wan re derbas nebûyî Seyad careke din tê girtin. Vê carê bi
sûcê sîxûrîyê ew tê tawanbarkirin û wî careke din dişînin girtîgeha Erziromê.
Li Erziromê sê salan di girtîgehê de dimîne. Di navbera van sê salan de dengbêjê me
têkilîyeke xurt bi leşkerekî Bazîdî datîne. Ev têkîlîya wan xurt dibe û wekî Mem û
Tajdîn bi hev re dibin destbirak. Çawa Tajdîn ji bo Memî mala xwe şewitandibe,
leşkerê Kurd ji bo Seyad birrekekê tîne û teslîmî wî dike. Seyada bi xêrê wê birrekê
stûnên hesînî dibirre û fîrar dike.
Seyad vê carê bi şans e û bi derbekê re sînorê Îranê derbas dike. Wextê Seyad
dighîjê Îranê sal 1945 e û salek şûnde SSCB lêşkerên xwe dişînê Îranê û kî dikeve
ber destên wan, wan dîl digirtin û bi xwe re dibirin Sovyetê.
Dengbêjê deng zîz jî li ber vê pêlê dikeve û li Îranê jî tê girtin, bi leşkerên sovyetê re
diçe Sovyetê. Li Sovyetê jî wî dişînin welatê serma yê Sibîryayê. Li wê derê yanzdeh
salan girtî dimîne û piştî derketinê berê xwe yekser dide payîtexta Ermenistanê.
Li Rewanê bi saya hin hevalên diçe radyoya Yerîwanê. Li wir, ji dengê Seyad û ji
şexsîyeta wî hez dikin û teklîf didin ku di radyoyê de dengbêjîyê bike. Yê ku vê teklîfê
didiyê Xelîlê Miradov e. Xelîl Miradov berpirsîyarê beşa zimanê Kurdî bûye û keyfa wî
gellekî ji dengê Seyad re hatîye.
Seyad vê teklîfê bi keyfxweşî qebûl dike û di Radyoya Yerîvanê de dest bi
dengbêjîyê dike. Kilamên xweş û nazîdar bi saya dengbêjê deng zîz ji Radyoya
Yerîwanê difûrin. Bêhn û tama wan kilaman li welat belav dibe.
Seyad, berî ku dest bi strana xwe bike wiha dibêje: ”Ez im Seyadê Şamê, firarê destê
Romê penaberim li Rewanê.”
Cara pêşî pismamê wî dengê wî ji radyoyê seh dike û çawa dengê wî tê guh hema lê
dixe û diçe cem malbata wî û ji wan re dibêje ku lawê we nemirîye û hîn sax e. Coşek
mezin li malbatê peyda dibe û hemû malbat bi hev re li dengê Seyad guhdarî dikin.
Birayê wî lê dixe û diçe Yerîwanê û li wir kekê xwe dibîne û her du bi hev re vedigerin
cem malbatê. Lê heta tên Bazîdê sal dibe 1991.
Wextê Seyad vedigere hemû malbat û cîran li hev kom dibin û dikevin sohbetek
giran. Di nava civatê de çavên Seyad bi jinike kinc reş dikeve û ji birakê xwe dipirse:
“Ev dayîk kî ye? Min ew nas nekir”
Bira jê re dibêje: “Mala te neşewitiyo! Ew Zulfînaz e, dergîstîya te ye û hîn jî li benda
te ye.”
Zulfînaz 49 salan li benda Seyad dimîne lê Seyad li welatê xerîbîyê zewîcîye û xwedî
zarok e jî. Seyad şerm dike û serê xwe dixe ber xwe û roja din lê dixe carek din diçe
Yerîwanê. Du meh şûn de nameyek ji malabata wî re te. Di nameyê de dinivîse ku
Seyad rehmet kirîye.
Veysel, birayê Seyad li ser jîyanê wî berhmekê dinivîsê û navê berhema xwe dike “
Seyad Qulingê Birîndar.”
Derhênerê Kurd, Keremo gava vê berhema dilşewat dixwîne di bin bandora berhemê
de dimîne. Derhêner xwestîye Seyadê Şamê bide naskirin û li gorî berhema ku
Veysel derxistîye jîyana Seyadê Şamê kirîye belgefîlm.
Seyadê Şamê herî bêtir bi strana xwe ya “Esmer Eman” hatîye nasîn. Ev stran li ser
Zulfînazê hatîyê gotin.
Gotinên Stranê:
Esmer eman eman
Dîlber eman delalê yeman
Çi kulîlka dora çeman
Xelk zewîcî ez û tu man
Esmer min dî sêlê tîne
Dîlber min dî sêlê tîne
Başê miskê jê dixîme
Îmanê ji kalo pîra distîne
Esmer eman delalê rindê
Vî bajarî ru tenê rind î
Tu bedewa nava gund î
Tu nazika nava gund î
Esmer eman eman
Dîlber eman delalê yeman
Çi kulîlka dora çeman
Xelk zewîcî ez û tu man
Nivîs: Mihyedîn Nahrîn

















