Şahbanûya Bêtac û Bêtext: Eyşe Şan

Li ser koça dawî ya Eyşe Şan re 24 sal derbas bû. Wek jîyana wê yê bikovan, dema
wefatê de tenê mayîna wê jî di dîroka hunera Kurdî de wek birînek cîhê xwe girtîye.
Di sala 1938”an de li Diyarbekrê jidayîk bûye. Bavê wê Kurd, dîya wê Ermenî ye. Di
nav gel de wek “Şahbanûya Bêtac û Bêtext” ji bîr hatîye lê wek hunera xwe bi jîyana
xwe ya bijan jî di hafizeyan de maye.
Wek navê Eyşana Kurd, Eyşan Xan, Eyşana Osman, Eyşana Elî jî hatîye naskirin. Ji
ber ku bavê wê jî dengbêj bûye di emrê xwe yê piçûk de bi mûzîk re hevnas bûye.
Perwerdahîya wê ya yekem car ya mûzîkê, li mala wan, di dîwanên denhbêjan de, bi
hîmbûna kilam, dîrok û çandê ve destpêkirîye. Eyşe Şan di roportajek xwe de dibê;
“Xwezil zimanê wan dîwarên mala me hebûya behsa wan şevbihurkên dengbêjan
bikira. Min wisa guhê xwe dida wan ku yekî gazî min bikira ez vediciniqîm.”
Eyşe Şan di sala 1958”an de li ser xwestina bavê xwe dizewice û ji vî zewacê qîzekî
wê çê dibe. Ji ber ku bi dilê wê nebûye ew zewac kin dimeşe û ji mêrê xwe diqete.
Jixwe jîyana wê ya hunerê jî piştî vê hevberdanê destpêdike.
Piştî ku ji mêrê xwe diqete, Eyşe Şan di radyoya Intabê de dest bi gotina stranan
dike. Di heman salî de plakek ku bi stranên Kurdî û Tirkî ve pêk hatîye derdixe. Di
dûmahîka wan salan de diçe Stenbolê konseran dide.
Her çiqas Kurdî qedexe bûye jî, piştî du plaqên xwe yên Tirkî, dest bi derxistina
qasetên Kurdî dike. Bi strana “Ez Xezal im” ve deng dide. Ji ber ku stranên Kurdî
dibêje bi zextan re rûbirû dimîne û di sala 1972an de diçe Almayayê, dest bi jîyana
koberîyê dike.
Ji ber ku zimanê Kurdî û bi Kurdî stran gotin di wan salan de qexexe bûye, ew jî wek
mûzîkjenên din yên Kurd, bi saya teyîbên ku têne Tirkîye’yê ve îmkan dibîne ku li ser
qasetan dengê xwe bigihîne guhdarên xwe. Bi stranên ku di qasetên xwe yên ewil
de, yên wek “Lê Lê Ximşê”, “Lorke”, “Siverek Yollarinda” û “Gurbette” ve navdar dibe.
Gava li Almanya’yê bûye keça xwe yê 18 mehî winda dike, salên zor derbas dike û
çendek navber dide xebatên xwe yên hunerîyê. Tê gotin ku strana nayê ji bîrkirin
“Qederê” berhema wan salan e.
Di 1979an de diçe Bexdayê, di radyoyê de stranên xwe dibêje. Di.wan salan de di
Radyoya Bexdayê de M.Arîf Cizrewî, Hesen Cizrewî, Hesen Tehsîn, Meryem Xan û
Îsa Berwarî nas dike û bi wan re konsera dide. Bi dengê xwe yê qedîfe, bizot û
bişewat ve di dilê guhdaran de text vedide.
Piştî wexta dixwaze vegere Dîharbekrê lê mixabin malbata wê nahêle, ew jî neçar
dimîne diçe li Îzmîrê cîwar dibe. Berîya mirina xwe dîya wê dixwaze wê bibîne lê
malbat dîsa destûr nade. Nahêlin ku here ser mexberê dîya xwe jî.

Eyşe Şan, strana “Heywax Dayê” ji bo dîya xwe dibêje û dibê “li vê Dinyayê kesek
min nema, ez bêkes im” û dinale.
Di 18ê Çileya Pêşîn ya sala 1996an de ji nexweşîya pençeşêr xilas nabe û dinya xwe
diguhure. Weyseta wê ya ji bo li Dîyarbekir defn be jî qebûl nabe û li Îzmîrê, bi çend
kesan ve tê hildan.
Eyşe Şan, bi stranên xwe ve di mûzîka Kurdî de dibe efsaneyek.

Eyşe Şan Photo/ Malpera Sara Distribution

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Waxtekî Dunya Tarî Bû

Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

Zêdetir
Mîrze Mihemed Dizewice

Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext