‘Bazirganê Venedîkê’ ya Shakespear Bi Kurdî Çapbû

Berhemeke din a giranbuha ya William Shakespeare li wêjeya Kurdî hat zêdekirin. ‘Bazirganê
Venedîkê’ jî êdî bi Kurdî ye.
‘Bazirganê Venedîkê’ ya helbestvan, şanoger û nivîskarê mezin ê Îngîlîz William
Shakespeare bo Kurdî hat wergerandin.
‘Bazirganê Venedîkê’ ji aliyê nivîskar û wergêr Kawa Nemir ve ji bo zarayeyê Kurmancî yê
Kurdî hat wergerandin.
Ev berhema ku ji 200 rûpelan pêk tê û şêwirmenda wê ya hunerê Berfîn Zenderlîoğlu ye, ji
aliyê Weşanxaneya Avestayê ve hat belavkirin.
Jibilî Bazirganê Venedîkê berî niha berhemên ‘Sone’ û ‘Macbeth’ ên William Shakespeare bo
Kurdî hatibûn wergerandin.
William Shakespear
William Shakespear, şaîr, şanoger, şanonûs û ekterê Îngilîz ê mezin, 23yê Nîsana 1564an, li
Stratford-upon-Avon a li Warwickshire ya Ingilistanê jidayîk bûye û 26ê Nîsanê hatiye
mohrkirin (weftîzkirin). Shakespeare roja 23yê Nîsana 1616an, li ciyê xwe yê jidayîkbûnê
koça dawî kir.
Shakespeare yek ji mezintirîn şaîir û şanonûsên dîroka edebiyat û şanoya cîhanê ye. Bi dehan
qereqter û pêlewanên ku wî bi şanonameyên xwe afirandine, ji serdeman hemûyan re bûne
çavkanî. Soneyên wî yên ku şirên dildariyê û hezkirinê ne, hê jî kêm helbest hene ku hatibin
nivîsîn û di ser wan re bin.
Kawa Nemir
Kawa Nemir, şaîr, wergêr û nivîskar, roja 29ê Gulana sala 1974an li Îdirê ji dayîk bûye. Li
Zankoya Hacettepeyê ya Enqereyê û li Zankoya Stembolê demekê Ziman û Edebiyata Ingilîzî
xwend. Piştî wê, di para Ziman û Edebiyata Yewnaniya Kevn a heman zankoyê de du salan
xwend. Edîtoriya kovara mehane ya bi navê Jiyana Rewşen a çandî, hunerî û edebî kir, di pey
re jî, edîtoriya kovara Rewşen-Nameyê.
Sala 2003yan weşanxaneyeke bi navê Bajar damezirand. Wî heta roja îro berhemên çendîn
şaîr, çîroknûs, romannûs û şanonûsên bijarte yên ji edebiyat û şanoya ingilîzî, emerîkan,
ayrlendî û tirkî kirine malê zimanê kurdî.
Wergerên wî:
Gilgamêş û Çend Mythosên Din, mîtolojî, 2000
Mirin Niqutî Dilê Firokevanekî Îrlandî, William Butler Yeats, şi’r, 2002

Pêşengno! Lo Pêşengno!, Walt Whitman, şi’r, 2004
Welatê Bejî û Deh Koroyên “The Rock”ê, T. S. Eliot, şi’r, 2004
Ji Çîn û Maçînê + Hemû Berhemên Helbestî yên T. E. Hulme, Ezra Pound &
T. E. Hulme, şi’r, 2005
Sisli Şehir, Jan Dost, roman, 2006
Pûşpera Gêlazan/ Kirazların Haziranı, Mehmet Çetin, şi’r, li gel Lal Laleş, 2008
Diyarbekir El Sallıyor/Diyarbekir Dest Li Ba Dike/Diyarbekir is Waving Its Hands, Şeyhmus
Diken, danasîna bajêr, wergera wê ya bo kurdî û ingilîzî, 2011
Naûm Faîq, nivîsên wî yên di kovara Beth-Nahrînê de, wergera wê ya bo
kurdî, 2011
Taxa Filla, Migirdiç Margosyan, kurteçîrok, wergera wê ya bo kurdî, 2011
Ev nameya min e ji Cîhanê re, Emily Dickinson, şi’r, 2011
Piling, William Blake, şi’r, 2013
Xewna Şeveke Havînê, William Shakespeare, şanoname, 2013
Hamlet, William Shakespeare, şanoname, 2013
Erdên Bihuştê yên Winda, Yavuz Ekinci, roman, 2013
Tramwaya Viyanê, Tennessee Williams, şanoname, 2013
Bartlebyê Nivîsevan, Herman Melville, novel, 2014
Siwarên Reş Ji Pişta Behran Hatin, Stephen Crane, şi’r, 2014
Şêweyên Dîtinê, John Berger, huner, 2015
Stranên Evînî, Sara Teasdale, şi’r, 2015
Pen Li Seyrangehê, Raşel Meseri, kitêba zarokan, 2015
Kelogirî, Murat Özyaşar, kurteçîrok, li gel Selamî Esen, 2019
Romeo û Juliet, William Shakespeare, şanoname, 2021
Sercem Soneyên William Shakespeare, şanoname, 2021
Bazirganê Venedîkê William Shakespeare, şanoname, 2021

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand

    Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist. Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî…

    Zêdetir
    Miss Germany Keçikek Kurd e

    Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin. Ev cara yekem e di dîrokê de ku…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext