Wek tê zanîn Yaşar Kemal ji gundê Ernîsê ya li ser Erdîşa Wanê ji dayîk bûye. Gava hê dergûş bûye
malbata wî koç dike diçe Osmanîye ya Çukurovayê, li gundê Hemîteyê mezin dibe.
Her çiqas bi xwe Kurd be jî meriv dikare bêje ku mezin û hostayê wêjeya Tirkitîyê ye. Bi berhemên
xwe ve hûrgulîyên Enedolê bi vegotinek epîkî ve derdixe pêş. Ji Çukurovayê heta Torosan, ji welatê
Kurmancan heta giravên Egeyê, di erdnîgarîyek berfireh de jîyan û serpêhatîyên gelên Kurd, Tirk, Rom
û Ereban vedibêje.
Di vê çarçevîyê de tê dîtin ku Yaşar Kemal di romanên xwe de kesayeta Kurda ne wek taybetîyek
etnîkî, lê bi taybetmendîyên çandî, jîyanî, kevneşopîya devkî û bi rihê berxwedanî ve dide ber çevan.
Mesela di rêza Înce Memed de karektera Kurdî di dunyaya gundîyan de wekî kesên li hember zulmê
berxwedar, feqîr lê serbilind nîşan dide. Tekoşîna ku li hember axayên nebaş yên Çukurovayê de tê
dayîn ne tenê serhildanên şexsî ye, di heman demê de berxwedana gelên bindest yên Enedolê temsîl
dike.
Di rêza Bir Ada Hikayesi de, behsa jan û zehmetîyên gelên cûda yên ku piştî Şerê Rizgarîyê, hatina li
Enedolê cîwar bûne dike. Di vir de kesayeta Kurdî, bi koçberî û sirgûnîyan ve hewldana avakirina
jîyanek nû de xûya dibe. Atmosfera Giravê, jan, êş û hêvîyên hevpar yên Kurda, Tirka û Roma digîhîne
hev.
Di romana Firat Suyu Kan Ağlıyor Baksana de xwezaya işk ya Serhedê, sazîyên eşîran, xizanî û
neheqîyên civakî tê vegotin û pê re celebîyên hevkarîyê û tekoşîn bi hêz tê hisandin.
Di vê çarçevîyê de romana Ağrı Dağı Efsanesi xwedîyê cîhek bi taybet e. Di vê berhema yekta de li ser
çîrokek evînî yê ku di zemanên Osmanîyan de derbas bûye ve behsa çanda Serhedê û taybetmendîya
civaka Kurda dibe. Evîna Ahmed û Gulbiharê ne tenê çîrokek evînîyê ye lê di heman demê de bi vê
çîrokê ve lihevketina di navbera toreyan, edetan, şanazî, azadî û qederê de tê vegotin. Di vê çîrokê de
Çîyayê Agirîyê him wek sembola azadîyê him jî wek mekanek pîroz û bimbarek terîf bûye.
Kevneşopîya wêjeya Kurdî ya devkî bi vegotinek destanî xwe di vê çîrokê de bi hêz dide der.
Di romanên Yaşar Kemal de taybetmendîyên hevpar yên kesayeta Kurdî dikare wiha birêz bibe:
– Berxwedan: Serîhildana li hember neheqîyan.
– Çanda Devkî: Lorîn, destan, çîrok û kevnoşopîya dengbêjîyê.
– Xweza: Bi çîya, jîyana zozanî û koçerîyê ve sembolîzekirina azadîyê.
– Hevparî: Di eşîr û têkilîyên gundîtîyê de hişmendîya bihêz ya civakîyê.
– Serpêhtîya Penaberîyê: Şer, zozanî û koçberî.
Taybetmendîyek vegotina herî balkêş ya Yaşar Kemal ev e ku kesayeta Kurdî tenê bi yek rengî
nenivîsîye. Karekterên çîrokan hemû pevçûnîyên însanî bi xwe re digerînin. Him bi hêz in, him jar in,
him bi hêvî ne, him bêgumanên. Ev awaya nivîsê nîşan dide ku nivîskar karekterên xwe polîtîze nake
lê wan bi taybetmendîyên reel û bi alîyên wanê însanî ve tîne ziman.
Bi kurtasî dikare bêgotin ku Yaşar Kemal di romanên xwe de kesayetên Kurdî, wek hevalê xwezayê,
bişanaz, berxwedêr, bi çanda devkî ve jîyankirî û di nav hevkarîyan de tevlêgerî nîşan dide. Ger ku
romanên wî bi gîştî were xwendin di wan de tê dîtin ku Yaşar Kemal, pirrengîya çanda Enedolê
hildaye xistîye mîratek navnetewî ya însanîyetê.
Ji vî ye ku berhemên Yaşar Kemal, ne tenê yên edebî ne lê di heman demê de belgeyên çandî yên bîra
Enedolê ya hevpar, qeydên êş, elem û hêvîyên ku bi destanî hatine vegotin in.

















