Di Romanên Erebê Şemo de Folklora Kurdî

Sedeme dilşahîyê ye ku vê axirîyê him li zanîngeha him jî li enstîtû û komeleyan de li
ser civat û taybetmendîyên xwe ya Kurdî xebatên zanîstî tên afirandin. Li ser wêje,
folklor, bi giştî çand û hunera Kurdî dikevin bin camên rojikên mîkroskoban.

Yek ji wan mînakên birûmet ji Zanîngeha Mardîn Artukluyê ya Enstîtûya Zimanên
Zindî yên li Tirkiyeyê Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî de ber çevan dikeve.

Xebat, Têza Lîsansa Bilind ya Ebubekir GÖREN e. Gören, bi navê “Di Romanên
Erebê Şemo de Folklora Kurdî” xebatek berfireh li ser romanên Erebê Şemo
meşandîye. Têz bi 184 rûpel e. Îmkana ku meriv bikaribe li ser rûpelên înternetê
bigîhîjê heye. Hêjayê li ser hûrbûnê ye. Li jêrê tenê beşa encamê heye ku em
pêşkeşê xwendavanên xwe dikin.

“Di Romanên Erebê Şemo de Folklora Kurdî” Beşa Encamê

Erebê Şemo, bi berhemên xwe û jiyana xwe yek ji girîngtirîn nivîskarên Kurd ên
sedsala XXan e. Wî di jiyana xwe de, li gel miletê xwe, him dema zext û bindestiyê,
him jî dema dilşadî û azadiyê dîtiye.

Wî, bi berhemên xwe, ji bo gelê xwe jiyaneke azad û wekhev destnîşan kiriye û ji bo
bidest xistina vê jiyanê jî têkoşîn daye. Tevahiya jiyana wî di nav van xebatan de
derbas bûye. Ew, weke rewşenbîrekî çalak, dem hatiye nozdeh salan li Sîbîryayê
sirgûnî jiyaye, dem hatiye bi çalakvanî û serkeftina xwe xelata Yekîtiya Sovyetan a
mêrxasiyê standî ye. Wî rengên reş û spî yên jiyanê dîtine.

Erebê Şemo, gelek girîngî daye xwendinê. Him daye xwendina xwe bi xwe, him jî
daye xwendina ciwanên Kurd. Bi vê armancê xwe bi xwe hînî xwendin û nivîsandinê
bûye û dûvre jî perwerdehiya bilind dîtiye.

Wî, bi xêra têkiliyên xwe yên bi dewletê re, gelek ciwanên Kurd ji bo xwendinê
şandiye bajarên mîna Moskowa, Êrîvan û Tiflîsê. Ew ciwan, piştî ku perwerdeya xwe
qedandin, hatin nava gel û weke Erebê Şemo ji bo pêşketina gel xebitîn. Şemo, çar
romanên hêja nivîsîne. Romana wî ya pêşîn a bi navê Şivanê Kurmanca, di heman
demê de romana Kurdî ya yekemîn e. Bi vê taybetiyê ew bûye “Bavê Romana Kurdî”.
Wî bi çar romanên xwe jiyan, çand û dîroka gelê xwe derbasî nivîsê kiriye. Ew di
qada wêjeyê de bûye berdevk û nûnerê gelê xwe.

Romanên Erebê Şemo, ji aliyê hêmayên folklorê ve gelek dewlemend in. Wî, hema
bêje tu kevneşopiyên gelê Kurd li derveyî romanên xwe ne hiştine. Ji keç xwestin û
revandinê bigre heya berdêl û niqirkirinê, ji qelen bigre heya dawet û govendê,
zibare, jiyana koçeriyê, cejna beranberdanê, çavînî bûn, nêçîr… Di romanên wî de
cure cure bawerî tên dîtin: Remildarî, dara miraza, bijîjkiya bi niviştan û postê
pezan…

Pirsgirêkên civakî nivîsîne: xwîndarî, zordariya desthilatan, ne wekheviya çînan,
dijraberiya perwerdeyê, dijraberiya guherînê…

Di romanên wî de lîstikên zarokan, wêrekiya jinan û mêran, nêçîrvanî, xwedîkirina
hespan, kulav û konên Kurdan, alavên xemla jinan, xwarin, cejna newrozê ya netewî,
mêvandariya Kurdan, cî digrin.

Berhemên çanda devkî ya hezar salan: gotinên pêşiyan, biwêj, dua, nifir, sond,
dengbêjî, çîrok, helbest û stran…

Bi van taybetiyan romanên Erebê Şemo ji bo 156 lêkolîneran weke deryaya ne.
Romanên Wî, him wêneyên zindî yên dewra xwe dide pêşberî xwendevanan him jî ji
pêşorojê agahiyên girîng dide ku xwendevan, ji wan agahiyan derbareyê jiyana
demên berê de haydar dibe.

Şemo, bi van taybetiyan bûye pêşengekî wêjeya Kurdî. Wî gelek bandor him li
hevçaxên xwe him jî li nifşên piştî xwe kiriye. Bûye nimûneyekî serkeftî yê di xizmeta
gelê xwe de. Ji ber van sedeman berhemên wî hêjayî gelek lêkolînên bi mijarên cûr
be cûr in.

Şemo, di rojnameya Riya Teze de jî peywir standiye. Li herêma Kurdan gund bi gund
geriyaye û hejmarên vê rojnameyê bêpere li gel belav kiriye ku gel ji pêşketinên
rojane haydar bibe û xwendina rojnameyê zêde bibe. Wî, di Radyoya Êrîvanê de jî
peywir standiye û piştî Şoreşa Cotmehê, bi pişthgiriya dewletê, ji bo dibistanan
alfabeya kurdî ya bi tîpên latînî amade kiriye.

Belê, Şemo ji ber ku ne li welat jiyaye, li vir, ji aliyê hindik mirovan ve tê zanîn. Ji ber
vê sedemê, di gel ku wî ji gelek nivîskarên navdar ên Kurd bêtir berhem dane û
zehmetî kişandiye lê dîsa jî kêm tê nas kirin.

Şemo, heja ye ku li ser wî konferans û civîn bên kirin. Jiyana wî û berhemên wî bên
nîqaş kirin û nasandin. Erebê Şemo, bi hemû xebatên xwe li gorî gotina xwe ya weke
“Ew kesê ku jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas dike; ew ê tu cara neyê ji bîr kirin” tev
geriyaye. Wî jiyana xwe ji bo gelê xwe derbas kiriye û ew ji bîr nekirinê heq dike.

Ebubekir GÖREN
Têza Lîsansa Bilind
Zanîngeha Mardîn Artukluyê ya Enstîtûya Zimanên Zindî yên li Tirkiyeyê
Şaxa Makezanista Ziman û Çanda Kurdî

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Serxwebûna Hunermenda û Mafê Telîfê

    Hunermendê Kurd Mem Ararat di van rojên dawî de bi videoyekê li ser medyaya civakî nerazîbûna xwe li dijî hin sazî û dezgehên Kurdî, bi taybetî KOM Muzik, eşkere kir.…

    Zêdetir
    Paletîya Gîhadirûnê

    Di destpêka biharê de gund hêdî hêdî ji serma û bêdengiya zivistanê difilitin. Berf dihele, avên çeman zêde dibên û erd ber bi germbûnê xwe diguhizîne.  Li çol û zozanan…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext