Jixwe, wekî bi herkesî eyan e, kirdeyên vê hunera qedîm ya cumaeta me jî gelek in. Guhdar û
meraklîyan, pirî ku ji wan hez kirine, xêncî nav û dengê wan navlêkên xweş û şirîn jî li wan
kirine. Wek mînak Evdalê Zeynikê “Şahê Dengbêja” ne. Reso “Tacê Kilama”, Şakiro “Kewê
Ribat” e. Yek ji wan jî Ferzê ye ku Kurmanca layîqê navlêkek xweş dîtine. Ew, “teyrê ser milên
qîz û bûka”ne.
Ferzê, piştî Evdal, mesîyê mezin yê folklora me ye. Delalîyê dilê mêrê zemanê berê ye. Ew di
dora salên 50an de hostayên kilama, çirayê şevbihurkên cumaetên mêra bûye. Ne tenê teyrê
ser milê qîz û bûka lê di heman demê dengbêjê dengbêjan bûye. Bi taybetî di sêlinga gola
dengbêjan de, li Milazgirê dîwarbirê dîwanên giran, axa û began, mîr û pîran, êl û eşîran
bûye. Ji ber ku ew jî wek Bedîhê Çavşûşe dûajoya awa û rêbaza Evdal bûye, jixwe yekcar
yekta û sereke bûye. Nav û dengê wî ne tenê li Milazgirê, li hemû gund û bajarên gola
dengbêja, li Intabê, Qereyazîyê û li her derê Serhed û binxetê de belav bûye.

















