Şer û Jin

Di sala 1990î de, êvarek payîzek dereng de li Zanîngeha Stenbolê pêşbazîya
tîmên folklorê saz bibû. Di wê pişbazîyê de tîmên folklorê, mînakên
leyîstokên folklorîk yên heremên Tirkîyeyê pêşkeş dikirin. Ew sal di wê
pêşbazîyê de ez rastî zagonek çanda me hatim.
Tîma herema Serhedê bi 18 kesan ve pêkbatibû. 9 hebên wan qîz, 9 hebên
wan jî xort bûn. Tîma Serhedê derket ser sahneyê û leyîstin. Govend
gerandin, desmal ba kirin, dest û milên hev de gavên biaheng û hereketên
biestetîk lidarxistin. Hinek paşê, qîz û xort ji hev qetîyan, qîz hinek paş de
man, xort derketin pêş. Idî tenê xort dileyîstin. Qederek şûnda rîtûelên şer
pêşkeşkirin, ango mêr şer dikirin. Du leyîstikvanên ji tîmê, bi hereketên şik û
pak ve şerê du camêra nîşan didan. Li hev diketin, dest û lingên xwe diavîtine
hev, radibûn rûdiniştin, hevdu dibirin û dianîn. Gava em bi giştî ketibûn bin
tesîra wan, ji nişkê ve leyîstikvanek qîz xwe avît navbera herd camêra, laçika
serê xwe derxist û avîte erdê. Şer yekcar sekinî. Paşê lîstikvan tev li hev
topbûn û dîsa govend gerandin.
Ji bîra min naçe, gava ew tîma leyîstika xwe xilas kir û ji sahneyê derket,
salon ji dengê çepikan te digo hildişê. Herkesî, ne tenê bînerên Kurd lê her
bînerên wê derê gelek ecibandibûn. Ji ber ku him performansa leyîstikvanan
zehf pêşta û serketî bû him jî peyama leyîstokê zehf bihêz û bitesîr bû.
Ez bi xwe jî gelek zeman di bin tesîra wê peyamê de mabûm. Paşê ez hinek li
ser hûr bûm û gîhîştime rastîya zagonek sosyolojîk ya eşîra Kurda.
Di nav cimaeta eşîran de gava ku mêr şer bikin, jinek ku bikeve navbera wan
û laçika serê xwe derxe û bavêje erdê, ew şer êdî divê di heman demê de
bisene. Yê ku laçika jina pêpes bike û nesene, di nav civakê de qedir û qîmeta
xwe, hurmet û namûsa xwe winda dike û bi zextên giran ve ji nav cimaetê tê
avîtin.
Tiştek ecêb e, ez çend roj ewil, di çavkanîyek dijîtal de rastî agahîyek hatim.
Gelek bala min kişand, ez şaş mam. Jiber ku di kûrahîya dîroka şarezanîyan
merivahîyê de ez rastî zagonek heman hatim ku ew jî wek eşîrên Kurda, ji ber
destê qedrê jina şer û dewên di navberên xwe de rawestandine.
Tiştê ku bala min kişandibû wêneyek wênesazê Fransî Jacques Louis David
(1748-1825) bû. Gava ez li ser hûr bûm, ez hîn bûm ku wêne li Muzeya
Louvre pêşkeş dibe ye.

Dirêjaya wêne 5 mêtre heye ku di navbera salên 1795-1799an de çêbûye û
behsa sazbûna Roma’yê dike. Lê di heman demê de peyama aşitîyê ya
wênesaz jî dide.
Piştgirê Şoreşa Fransî Jacques Louis David di wêneya xwe yê bi navê “Ketina
Navberê ya Jinên Sabînê” de, jinek ji Sabînê ku ketîya navbera du fermandarê
ku şer dikin de, di navenda kompozîsyonê de nîşan dide ye.
Sabînî, berîya sazbûna Roma’yê, qebîleyek ji rohilata Çemê Tîber e û her
daîm bi Romayan re şer kirine ye. Sabînî miletek çîyayî bûye û bi zimanê
Oscanî xeberdane.
Gorî dîroknasê Ramanî Lîvy, gava ku Roma di sedsala BZê 8an de bi destê
Romulus ava dibe, ehlên wî tev mêr bûne. Romulus, ji ber ku li bajêr pir
hindik jin hebûne, dibîne ku wiha here wê nifûsên wan zêde nebin. Li ser vî
bi xwestine senetoyê ve mêr û merivên xwe dişînin nav qebîle û xelqên der û
dora ku bi jinên wan re bizewicin.
Lê jinên Sabînî teklîfên zewacê yên mêrê Romanî qebûl nakin. Li ser vî
Romanî planek çêdikin ku jinan birevînin. Festîvalek li ser navê yezdanê
behrê Neptûn sazdikin. Jinên Sabînî yên ku tên festîvalê direvînin. Di nav
wan de xêncî yekî tev bakîre bûne. Ew jina ku bakîre nebûye Hersîlîa bûye û
bi mêr bûye. Piştî ku tê revandinê Romulus pê re dizewice.
Ji ber ku jinên wan revandine, Sabînî diajon ser Romayê. Qîza walîyê kela
girê Capîtolînê Tarpeîa îxanetê ji Romanîyan re dike, derîyê derê bajêr vedike
û her wisa Sabînî dikevne Romayê.
Sabînî heta kela hundur pêşta diçin. Romulus eskerên xwe yên ku paş ve
vekişîyane top dike û erîş dike. Di vê erîşê de şerek dijwar diqewime. Li ser
vî jinên Sabînî bi Hersîlîa ve dikevne navbera herd alîya.
Gava jin dikevine nav eskera şer disekine. Herd alî li hev tên, di navbera wan
de aşîtî çêdibe. Piştî aşîtîyê Sabîn tên digihîjine Romayîyan û li ser girê
Capîtolînê cîwar dibin.
Wêneya Davîd bi kurtasî behsa vê çîrokê dike. Di wêne de li alîyê milê çepê
bavê Hersîlîa qralê Sabînîyan Tatîûs e. Li milê rastê jî, yê ku dike mizraqa
xwe kewkutî bike Romulusê şervan e. Ew jina ku di navbera wan de ne jî
Hersîlîa ye ku dixwaze şerê bavê xwe û mêrê xwe rawestîne.

Kurd dibêjin “şêr şêr e, çi jin e çi mêr e” lê ev şinanî jî rûdanek baldar e,
hewceyê lêkolînên hûr û giran e. Heye ku çand û qaîdeyên civakên çîyayî
heman e.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext