Li Agiriyê Barkêşîya Zemanê Berê

Li Agiriyê Barkêşîya Zemanê Berê

Li Agiriyê piranî bo barkêşiyê erebeyên hespan têne bikaranîn. Ev erebe li her derê bajar
xûyane. Xwediyê van erebeyan dibêjin ku hesp di dema barkişandinê de gelek aciz dibin, lê
diyar dikin ku ew ji neçarî vî karî dikin. Xwediyê erebeyên hespan destnîşan dikin ku
şaredariyê biboneya ku hespan ji vê îşkenceyê xelas bikin, bi wan re civînek pêk aniyê lê
heta niha di vî warî de tu gav nehatine avêtin.
Agirî, di warê aboriyê gelek paşve maye û ji wan bajaran e ku herî zêde welatî jê koç
dikin e. Li bajêr ku hejmara bêkaran gelek zêde ye, bo barkêşiyê jî hê hesp tên
bikaranîn. Barkêşiya bi erebeya hespan li Tirkiye û cîhanê xwedî dirokek pir kevn e.
Xwediyê erebeyan ji ber ku pereyê wan tuneye ji xwe re erebeyên nakliyê bistînin û
welatiyên ku dixwazin barê xwe bar bikin jî bona ku erzane, erebeya hespan tercîh
dikin. Ev rewş ji bo hespên ku her roj nêzîkê 2 ton bar hildigirin jî vegeriyaye
îşkenceyê. Di kelegerma havînê û sarmaya zivistanê ya -20 pîleyan de hesp di bin
barê giran de an bêhemd dikevin an jî nikarin xwe li ber bigirin û dimirin. Wisa ye ku
êdî li bajêr temenê hespan pir kin bûye.
Ev îşkenceya ku li hespan tê kirin, li Tirkiyeyê pir caran dibe sedema nîqaşan. Herî
dawi, di 18 Kanûna 2019’an de li Buyukadaya Stenbolê 81 hesp hatinbûn kuştin û
piştre jî qeymeqamtiyê bi hinceta ‘Şewba Rûamê’ li giravê seferên faytonê qedexe
kiribû. Li giravan seferên faytonê hej jî qedexe ne. Ev rewşa hespan ya li Agirîyê jî
mixabin qet nayê rojeva rêveber û niştecihên bajêr
Esnaf û barkêşên li bajêr diyar dikin ku ji ber neçariyê erebeyên hespan têne
bikaranîn. Ji ber vê çendê jî wisa xuya dike ku qedexekirina barkêşiya bi erebeyên
hespan li bajêr ket nayê rojeve.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext