Fenomenê Govenda Sofî Omer


Ji ber ku ji nexweşîya şêrpencê malîya xwe winda kiribû Sofî Omer dev ji govenda berdabû.
Lê li ser xwestek û daxwaza gele heremê Sofî dîsa zivirîye govdenda.
Sofî Omer 70 salîye û ji Şemzînanê ye. Ji 20 salîya xwe virda di dewata de govend digerîne.
Bi cil û bergên xwe yên heremî diçe dewata dibe sergovendê govenda. Sofî Omer him bi cil û
bergên xwe him jî bi tewr û tarzên xwe ve bal dilşine û her wiha dibe fenomene medyaya
civakî jî.
Sala par stranbêjê bi nav û deng ya cîhanê Justin Bieber li ser rûpela xwe yê İnsatagramê cîh
daye vîdeoya govendê ya Sofi Omer. Li ser parvekirina Justin Bieber, navûdengê Sofî ji
heremê derketîye gihîştîye hemû welat û cîhanê. Her wiha Sofî Omer dibe dewatvanê sereke
yên dewata.
Sofî Omer xwedîyê 10 zaroka ne. Sala par ji ber nexweşîya şêrpencîyê hevjîna xwe winda
dike û dev ji dewat û govenda berdide. Piştî waxtek li ser xwestek û daxwaza gele heremê
Sofî dîsa dizvire govdenda.
Sergovendî û tevgerîyên reqs û govendên Sofi bala stranbêj Justin Bieberê Kanadayî dikşîne û
Sofî bi şopgerên xwe dida nasîn. 254 mîlyon şopgerên Justin Bieber bi vê awayîyê li ser
çîroka rûpelê de îmkana temaşekirina videoya Sofi Omer dibinin û gelek diecibînin. Sofî
Omer bi peyamek xwe yê medyayî ve spasîyên xwe pêşkeşî Justin Bieber kirîye.
Vê axirîyê stranbêjê Şemzînanî Bekirxan Bêgalteyî Herkî jî di klîba strana xwe ya herî dawî
“Buhara Şemzîna” de cih daye Sofî Omer.

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Xwendineke Semantîk ya “Wey Dil”a Şakiro

    Di çanda Kurdî  de “kilam” û “evîn” du têgehên ji hev neqetiyayî ne. Kilam ne tenê behsa   evînê dike; ew evînê diafirîne, diparêze, şirove dike û carna jî dadigeh dike. Wekî ku Dengbêj Zahiro gotîye: “Em Kurd bi evînê nejiyan, me bi evînê li ber xwe da. Kilamên me şahid in ku dilê me her tim bi…

    Zêdetir
    Sembola Felsefeyê: Dibistana Atînayê 

    Jî ber ku meraqa min li ser felsefê heye, kevala “Dibistana Atînayê” zehf bala min dikşîne. Ez dibêm ev keval şahê berhemên dewra Ronesansê ye. Merîv hingî lê dinhêre di…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext