Ji Sopranoya Kurd “Wey Nergîz”

Sopranoya bi navûdeng Svetlana Kasyan yekemîn car stranek bi Kurdî xwend. Svetlana
Kasyan, strana “Wey Nêrgîz” bi dengê xwe yê bêhempa li xezîneya muzîka Kurdî kir.
Sevetlana Kasyan hunermendek Êzdî ye û xeyalê wê yê herî mezin ewe ku rojek konserek bi
Kurdî bide.
Svetlana Kasyan li Batûm a Gurcîstanê di sala 1984an de hatîye dunê. Ji malbatek Kurdê Êzdî
ye. Ew hê 9 salî bûye malbata wê koçî Qazagîstanê kirîye. Memostayê wê ya yekem ya
muzîkê di heman demê de dîya wê Seda Xanim e.
Piştî waxta, di 17 salîya xwe de ji bo perwerdarîya muzîkê diçe li Moskovayê bicîh dibe. Li wê
derê di Konserwatuara Çaykovskî bi memostayên Rûs re dixebite û dersên şanê hildide. Xêncî
vê li Washingtonê li cem maestroya Amerîkanî Placîdo Domîngo staj dibîne.
Di sala 2011an de ji konserwatûarê mezûn dibe. Ji bo sitrandina stranên solo tecrûbe kar
dike. Û di heman salê de li bajarê Nîngho ya Çînê, di Pêşbirka Strana ya Navnetewî de xelata
yekemînîyê distîne.
Svetlana Kasyan, yekem car di sala 2010an de di Tîyatroya Bolşoy de dertê sahneyê. Kasyan,
di sala 2011an de li Îtalyayê, li bajarê Barî de, bi Senfonîya Beethoven ya Nehemîn de xwe
diceribîne. Sala 2011an de gava di Tîyatroya Bolşoy de di şanoya “Tosca” de leyîstîye,
rojnameyan wê wekî “dengê herî bihêvî ya dunyayê” binav kirine.
Sopranoya Kurd, di sala 2013an de li paytexta Îtalyayê, li Romayê di bin hîmayeya
Serokkomar û Konseya Papa konserek solo dide. Di heman rojê de Papa Francîs, Sevetlana
qebûlê hizûra xwe dike. Papa, soza ji bo Xwedê sitran gotin û qencî belavkirinê ji Svetlana
distîne.
Dîsa di heman salê de li Torînoyê, di Tîyatroya Regîo’yê, di operoya Don Carlos de rola
Qralîçe Elîzabeth hildide. Opera di televîyona Îtalî ya qanala RAI de diweşe.
Svetlana di sala 2017an de ji bo ku bala xelkê bikşîne ser hunera operayê di rakêşîyên erotîk
ya kovara Maxsim de cîh digre.
Di sala 2017an de duyemîn car Papa dibîne. Di heman salê de piştî prumîyera xwe ya li Opera
ya Romayê bi rola xwe ya Tosca ve xelat digre.
Svetlana Kasyan hê jî li bajarên wek Torîno û Venedîkê û di sahneyên mezin yên Avrûpayê de
bi dilêrî konseran dide.
Svetlana Kasyan di heman demê de ji destpêka kariyera xwe ve bi berdewamî li her aliya
cîhanê beşdarî konserên xêrxwaziyê jî dibe.
Çavkanî:
K24

Rûdaw
Wîkîpedîa
Bernamegeh

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dilvîn Filîtê Xelatek Giranbiha Stand

    Keça Kurd a 15 salî ya ji Qazaxistanê Dilvîn Filîtê li bajarê New Yorkê yê Amerîkayê serkeftineke mezin bi dest xist. Wergirtina xelatên bi prestîj ên Dilvîn Filîtê yên di pêşbirkên navneteweyî…

    Zêdetir
    Miss Germany Keçikek Kurd e

    Keça Kurd Dua Farisa ku bi eslê xwe ji Qamişloya Rojavayê ye, wekî Şaciwana Almanyayê (Miss Germany) ya sala 2026an hat hilbijartin. Ev cara yekem e di dîrokê de ku…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext