42yemîn Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê îsal di navbera rojên 7-18ê Avrêlê de
hate lidarxistin û xelatên festîvalê diyar bûn. Fîlmê metrajdirêj ê derhêner-senarîsta kurd
Ayşe Polatê yê bi navê “Im Toten Winkel” xelatên ‘Fîlmê Herî Serketî’ û ‘Senaryoya Herî
Serketi’ jî têde di 4 beşan de, kurtefîlmê derhêner-lîstikvanê kurd Aram Dildarî yê “Navnîşan”
xelata ‘Kurtefîlmê Herî Serketî’ girtin. Derhênerê tirk Belmîn Soylemez bi fîlmê xwe yê “Ayna
Ayna” re xelata ‘Derhênera Herî Serketî’ girt. Kurtefîlmê derhêner û akademîsyenê kurd
Yilmaz Ozdîlî yê “Aforoz” û belgefîlmê derhênera kurd Helîn Çelîkê yê “Anqa” li beşên
pêşbazî yên festîvalê hatin nîşandayîn.
Festîvala Fîlman a Stenbolê îsal cara 42yemîn hate lidarxistin ku her sal fîlmên
balkêş, klasîk, û xelatgirtî yên sînemayê tîne li pêşberî temaşevanên sînemayê. Li
festîvalê îsal di 14 beşan de 134 fîlmên metrajdirêj û 29 kurtefîlm ên 160 derhênerên
ji 84 welatên cîhanê hatin nîşandayîn. Ji bilî nîşandana fîlman; hevpeyvîn,
sempozyûm û çalakîyên din ên sînemayê jî ji bo sînemahezan têne amadekirin. Ji bo
Xelatên Rûmetê yên Sînemayê îsal navên lîstikvanên sînemayê Kayhan Yildizolu û
Nevra Serezlî hatin eşkerekirin.
Şeva xelatdayînê ya Festîvala Fîlman a Stenbolê bi pêşkêşvanîya rêveberê festîvalê
Kerem Ayanî li dar ket û xelatên festîvalê bi merasimek hatin dayîn. Ayşe Polat di
şeva merasimê de axaftineke kir û got: “Min îlhama xwe ji Dayikên Şemîyê girt,
lewma ez xelatê diyarî wan dikim. Hêvî dikim ku rojên pir xweş dê di demeke nêzîk
de werin.”
Fikret Ceyhan bi fîlmê “Cam Perde”, ‘Xelata Taybet a Jurîyê ya Onat Kutlarê’ girt û di
axaftina xwe de got “Ez xelata xwe ji bo hemwelatîyên ku li erdhejên Mereşê jiyanên
xwe ji dest dane digirim û hêvî dikim ku berpirsiyar bên cezakirin. Ceyhan axaftina
xwe wiha domand, “Ez di dema erdhejê de li wir bûm, ez ji bîr nakim, ji kerema xwe
re hûn jî ji bîr nekin.” Pevxistiner Serhat Mutlu bi fîlmê “Im Toten Winkel” ji festîvalê
xelata ‘Pevxistina Herî Serketî’ girt û xelata xwe diyarî Navenda Fîlman Mîthat Alamê
ya Zanîngeha Bogazîçîyê kir ku sala berê hatibû girtin.
Xelatên Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Stenbolê:
Xelata Fîlmê Herî Serketî (Helaleya Zêrîn): Im Toten Winkel/Kör Noktada – Ayşe
Polat
Xelata Derhênera Herî Serketî: Belmîn Soylemez – Ayna Ayna
Xelata Kurtefîlmê Herî Serketî: Aram Dildar – Navnîşan
Xelata Neteweyî ya FIPRESCIyê: Im Toten Winkel/Kör Noktada-Ayşe Polat
Xelata Fîlmê Yekem ê Herî Serketî yê Seyfi Teomanê: Bars – Orçun Koksal
Xelata Muzîka Resen a Herî Serketî: Kazuya Nagaya, Sound Walk Collective –
Iguana Tokyo
Xelata Pevxistina Herî Serketî: Im Toten Winkel/Kör Noktada – Serhat Mutlu
Xelata Derhênera/ê Hunerê ya/ê Herî Serketî: Meral Efe Yurtseven, Yunus Emre
Yurtseven – Iguana Tokyo
Xelata Derhênerê Dîmenê yê Herî Serketî: Bîr Tutam Karanfîl- Bariş Aygen
Senayoya Herî Serketî: Kör Noktada – Ayşe Polat
Lîstikvana Herî Serketî: Ayna Ayna – Manolya Maya, Şenay Aydın, Laçin Ceylan
Lîstikvanê Herî Serketî: Cam Perde – Alper Çankaya
Xelata Belgefîlmê Herî Serketî: Boşlukta BOŞLUKTA – Somnur Vardar
Xelata Mansîyonê: Sankî Her Şey Bîraz Felaket – Umut Subaşı
Xelata Taybet a Jurîyê ya Onat Kutlarê: Cam Perde – Fîkret Reyhan
Xelata Helaleya Zêrîn a Navneteweyî: World War III – Houman Seyedî
Xelata FIPRESCIyê ya Navneteweyî: Next Sohee – July Jung
Xelata Mansîyonê ya Herî Serketî: Atlantic Bar – Fanny Molins
Xelata Taybet a Jurîyê ya Navneteweyî: Pamfir – Dmytro Sukholytkyy-Sobchuk
Xelata Hosteyê Ciwan: Safe Place – Jury Lerotic
Çavkanî:
www.sinemayaserbixwe.com

















