Sûna Alan û Hevalên Xwe sê stran bi Kurdî û Yewnanî strane.
Alan û Hevalên Xwe strana “Were Qurban”, “Nekî Nekî” û “Çavên Mecnûn” him bi kurdî him
jî bi Yewnanî strane. Sûna Alan û Hevalên Xwe ev stran di çerçoveya projeyekê çandî de li hev
anîne.
Alan, tevî Hara Loannidouyê stranên xwe bi rengekî akûstîk strane û dema strînê bi rengekî
zindî tomar kirine.
Di projeyê de hunermendan strana “Were Qurban” (Ti Ta Theleis Ta Lefta), “Nekî Nekî” (Sala
Sala) û “Çavên Mecnûn” (To Gefiri Tis Dramas) him bi kurdî him jî bi yewnanî strane. Stran li
ser hemû platformên dijîtal hatine weşandin.
Di dema strînê de Mario Christofiyî li ûdê, Filippos Papasavvasî li bûzûkiyê Ed Emeryyî li
tzoûra û rîtmê daye.
Bi vê projeyê tê armanckirin ku çandên cûda bên ba hev û têkiliyek di navbera wan de
çêbibe.
Sûna Alan li Bingolê ji dayîk bûye. Gava hê du salî bûye malbat koçî Îzmirê kirîye. Her wiha
Sûna Alan li wir mezin bûye. Di nav çanda malbatê de bi muzîka dengbêjî û lawjeyên
Elewîyan ve gihîştîye. Di civantîya xwe de di bin tesîra muzîka Yewnanî de maye. Li Londonê
jîyana xwe didomîne.
Albûma Sûna Alan bi alîkarî û sazûmanîya Deutsch -Kurdisches Kulturinstitut bi navê Live
Performance derketîye. Guhdar dikarin di tim platformên dijîtal de bigihîjin albûmê. Di
albûmê de stranên li jêrê cîh girtine.
Naveroka Albûma Live Performance:
Çîya Bilind e & Gundê Hember
Birîndarim
Lorî
Mêvanê Bilbil
Rewend
Esmer Eman
Heyder Heyder
Di Dinê de Sê Tişt Hene
Li Mêrdînê
Zembîlfroş
Helîme
Canda
Nadîa
Narê
Ez Kevokim
Ezê Herim Welatê Xwe
Meso Xidirê Min
Aşîtî (Palyuşka Polye)
Ez Dayîkim
Çavkanî: bianetkurdî/ bernamegeh

















