Hêrî Ji Me Diçe


Li herêma Wanê, waxtekî sewalkarî çavkaniyek herî sereke ya aboriyê bû. Lê di van salên
dawî de ev kar her ku diçe paş ve çûye. Ji ber vê yekê jî li gel berhemên din yên sewalkariyê,
karê hiriyê jî hima bêje li ber bidawîbûnê ye. Welatiyê bi navê Şefîk Bîngol ku ev nêzî 30
sale  karê hiriyê  dike, destnîşan dike ku di zemanên berê de hirî pir bi qîmet bûye, lê niha hirî
pir bê qîmet bûye.
Sewalkarî, sereke karê aboriya herêmê ye. Girêdayî vê yekê karê hiriyê jî ev bi salene li
heremê tê kirin. Di salên ku sewalkarî ev qas li herêmê têkneçoyîbû de, ji bajarên rojavayê
Tirkiyeyê bigire, heta welatên cîhanê yên din jî ji Wanê bi kamyonan hirî dikirîn. Her wiha
hirî li vê herêmê cihekî xwe yê dîrokî jî di nava çanda Kurdan de jî çêkiriye. Di dema zewacê
de hirî şuştin yek ji karên amedekariya dewatan bû. Hiriya herî baş ji bo bûk û zava, di nava
coşekê mezin de dihate şûştin. Hirîşoyan di nava keyfxweyî de, tevî stranan hirî dişuştin û bo
bûk û zava dikirin lihêf, doşek û balîfên cihêzê. 10-15 sal beriya niha li gund û navçeyan her
wiha li navenda bajarê Wanê jî, di nava malên Kurdan de lihêf, doşek û balîfên bi hiriyê
hatine çêkirin, dihatin bikaranîn. Lê mixabin hem ji ber paşveçûna sewalkariyê û hem jî ji ber
tesîra teknolojiyê ya neyînî, êdî tu kes hiriyê bikarnayîne û ev pîşeye jî wekî gelek pîşeyên din
yên kevnare li ber windabû ye.
Welatiyê bi navê Şevîk Bîngol ku ev zêdetirê 30 sale li Wanê karê hiriyê dike, derbarê karê
xwe de ji Serhat Newsê re axivî.
‘Êdî hirî pir bê qîmet bûye’
Bîngol, ji gundên derdora Wanê hiriyê berhev dike û piştî ku bi destê jinan dike lihêf, doşek û
balif, wana di dikana xwe ya li nava sûka Wanê de difiroşe. Bîngol, dibêje di salên berê de
karê wî yê hiriyê pir baş bûye, lê niha êdî ew nikare vî karî bike.
Di berdewamiyê de Bîngol bi gotina, “Di zemanên berê de hirî pir bi qîmet bû. Lê niha êdî tu
kes hiriyê nastîne” rewşa xwe anî ziman û wiha domand: “Di salên berê de pîşeya hiriyê gelek
xweşbû, ji rojava dihatin vê derê hirî dikerîn û dibirin fabrîqeyan. Lê niha ji dewletên wekî
Romanya û Rûsyayê hirî tê Tirkiyeyê. Di dema me de firotina hiriyê li herêma rojhilatê
sekiniye. Tu kes êdî hiriyê nakire. Niha milet hiriya pezê xwe dibe û diavêje çiya. Hirî bê
qîmet bûye.”
‘Bûkên teze êdî hiriyê tercih nakin’
Bîngol her wiha di axaftina xwe de qala karê xwe jî kir û da zanîn ku piranî ew hiriyê dikin
lihêf û wiha axivî: “Welatî piranî hiriyê bo cihêzê bûkan distînin. Em dikanê serê sibê saet di
08.00’an de vedikin û heta êvar saet 07.00’an vekirî dimîne. Nêzî 20-30 heb jin li cem me
dixebitin. Wan a hiriyê dibin malên xwe û dikin lihêf. Em wan lihêfan li vir difiroşin. Serê
lihêfê jî 60-70 TL yan em didin van jinan. Bi vî avayî em piştgirî didin jinan da ku bikarin
debara malê pêk bînin.”
‘Hirî ji her tiştî baştir e’
Li ser pirsa gelo eleqeya welatiyan bo hiriyê çewaye? Bîngol, bi dilek xemgîn dibêje êdî
hemû kes diçe singer, elyaf an jî silîkonê distîne, lewma êdî tu kes hiriyê nastîne û wiha dirêjî
da gotinên xwe: “Lê hirî ji her tiştî baştir e. Mirovên berê yên qal, hiriyê tercîh dikin. Lê bûk
û keçikên ciwan yên niha tên elyafê an jî sîlokonê distînin. Hînê hiriyê nebûne. Dibêjin, ger
hiriyê bibin ew nikarin bişon û bikin nivîn.”

‘Di nava salek an jî du salan de ev pîşe dê winda bibe’
Bîngol diyar dike ku wiha biçe di nava salek an jî du salan de wê karê hiriyê bi temamî winda
bibe û wiha got, “Jixwe êdî pez jî nemaye. Ciwanên niha pez nedîtine. Piştî çend salan, dema
hiriyê bibînin, dê bêjin gelo ev mûyê kijan heywanê ye? Berê me, mehê 6-7 kamyon hirî
diforot, lê niha em nikarin salê kamyonekê jî bifiroşin.”
‘Bo bikaranînê hirî pir başe’
Derheqê taybetmeniyên di navbera hirî û elyaf an jî silîkonê de jî Bîngol ev agahî dan: “Bo
bikaranînê hirî pir başe. Hiriya herêma me jî başe. Mîsal hiriya Romanan dema te xist lihêf,
hemû hirî dide derê. Bi kimyasalan hiriya Romanan sipî dikin. Ev jî bo tenduristiyê baş nîne.
Lê hiriya me ya Wanê ya xwecihî bi destan tê şuştin, wekî wê sipî nabe, milet vê ferqê fêm
nake. Dibêje ev hiriye sipiye temame. Halbûkî wisa nîne. Hemû kimsal madde avêtiyê û spîçil
dibe. Ji însanan re zirar e. Di nava demê de ew kimyasal hemû dibe nexweşî.” 
Her çiqas ji ber rewşê aciz be jî, Bîngol bê hêvî nîne û dibêje mirovên zana dê cardin vegerin
ser hiriyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pîşeya me wextekê baş bû, me dikarî em pere
qezenç bikin. Lê niha hemû kes sekiniye. Ji sed merivan du meriv jî hiriyê nastînin. Lê miletê
dê dîsa bizivire ser hiriye! Yên zana dê disa bizivirin.”

Serhat News

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext