Kilam û Evîn

Di çevkanîyên qedîm de behs dibe, dibê du derîyê dilê însan heye: Ya yekemîn, derîyê ber rêya
Yezdan e. Tenê ji Yezdan re vedibe û jixwe ji bo Wê ye. Derîyê kê ji Yezdan re vebe ew cinnetî ye û
meqbûl û bimbarekê Xwedê ye. Gunekar ti car nagihîjine wê derîyê û tenê agirê wan gurr dibe.
“Şewat ji bo wan e!”
Ya duyemîn jî derîyê evînê ye. Evîn û eşq hêz û qudûma xwesteka jîyanê ne û her li ber derîyê dilane.
Dîyarîya herî mezin ya ji bo însana ye. Ew derî ji kê re vebe, kê bikaribe ji şêmika wê derîyê derbas be
ew bextewar e. Jîyan ji bo wan e.
Jin û mêr du baskê bingeh û yekta ya evînê nê. Di serdema 4. ya BZê de, Arîstophanes eşqê bi
efsaneyek ve vedike:
“Gava însan afirîye, çar milê wî/wê, çar lingê wî/wê hebûye û di qafek de xwedîyê du rûyê ji hev cûda
bûye. Însan ewil hermafrodît (Hermes/Afrodît) bûye û yek rihê wî/wê hebûye û gelek bihêz bûye.
Bixwe têra xwe kirîye û ji bo ku bihêz bûye li hember yezdana ji xîretê dûr ketîye.
Rojek zehf hêrsa Zeûs tê û însan di ortê de dixe du qeta. Qetek dibe jin, qetek dibe mêr. Ew parçên ku
bûne du qeta wisa tirsîya ne, ji tirsa hev hemêz kirine.
Yezdan dîtine ku wiha nabe, wan bedena ji hev qetandine û her bedenek avîtine cîhekî û her wiha li
ser rûyê gerdunê reşandine. Her parçeyek çûne li quncek dinyayê ketine.
Ew roj ev roj e, parçeyên ku nivcî mane ji bo ku xwe temam bikin li qetê xwe yê din digerin.”
Dinav wan da yên ku winda bûne gelek in. Lê yên gihîştine hev jî… Jixwe jîyan ji bo wan e.
Li ser maceraya jin û mêrê, li ser eşq û evînê çîrok û mitolojî, qewl û destan, gotin û heyranok zehf in.
Lê yên herî bitesîr û sereke kilam û sitranin. Bêguman di her çand û kulturê de hemanin. Trajedî û
bextewarî, lîyan, gazî û gazin di nav hevdanin.
Geh mêr gazî dike, sond dixwe, li pey sonda xwe şer dike, geh jin diqehire, şîn dike, reş girdide. Ev
govenda qedîm tê diniqute nav wêjeya Kurdî jî: Her wiha em carna bi Xecê re ji kendalan dikevin,
carna bi Zîn re ji jîyanê, carna jî bi Edûlê re ji hêvîyê dikevin, winda dibin.
Lê kilam me diparêzên, yekser kilamên dengbêjan me vedijînin. Me di nav pelên hêvîyê de diparêzin,
li pey qetê din ya rihê me direvînin, tîrêjin royê li ser enîya me digerînin. Me dihewînin.
“Lo rebîyo, Xwedê xirab bike dilê bêdil.
Fenanî gakî bêwerîs, bêcil
Fenanî kirasî qolî bêmil,
Fena dara bêşelûl û bilbil
Fenanî xasbaxçeyek rûtî bêgul…
Bra dilê rezîl bi dil be, tûrê parsê li mil be,
Parsa meriv ne li vir be, nava danzdeh duwalê ecnebî, Ûrisan, li mala Amerîkayê gawir be.” 1
Çend Mînak Ji Kilamên Evînîyê
Armanca evînê, helbet serketin e. Lê em dibînin ku di kilaman de kêm kilam hene ku axirîya çîroka wî
bi serfînazî û bextewarî bidawî bûbe. Kilam bi piranî her behsa evînên têkçûyî dike. Kilama “Rizgan û
Nurê” û gelekên din mînakên bihêz ya vê mijarê ne.
Rizgan û Nûrê

Rizgan û Nûrê ji hev hez dikin. Di heman gundê de dilketîyê hev in. Çîrok li gundek ji gundên
derûdorên Zetka, di navbera salên 1870-80an de, ji nav êla Sîpkîyên Êzdî de derbas dibe. Rizgan û
Nûrê du evîndarê çê û çeleng in. Hezkirina wan him têra emrê wan ê li ser rûyê dinê him jî bi qasî
qewlê axîretê bihêz bûye. Bavê Nûrê, qîza we nade Rizgan, her çiqas bi eşk û evîna wan ê zexm beled
bûye jî, lê çavê malê dinê derê, ji ber feqîrî û tenêtîya Rizgan qîza xwe layîq nabîne, riya mala xwe
dide xwezginîyên din. Lê ser vê Rizgan biryar dide ku Nûrê birevîne. Diçe biryara xwe ji Nûrê re dibêje.
Nûrê dixwaze, eşq e, melûm e, dil heye lê ditrse.
Demsal serê zivistanê bûye. Berf barîye, der û dor, çol û deşt, çil û çîya spî çîl bûye. Ne waxtê revê
bûye ne jî demsala rihetîyê, lê Rizgan çi bike, bavê Nûrê rêya mala xwe ji Rizgan re girtîye ji
xwezginîyan re vekirîye. Nûrê daye mêr, sibê dewat e, dewata piştî bêdera, payîza dereng, serê
zivistanê ye. Divê hengî ku desmalek sor li serê Nûrê nealîya be, birevîyana, bext û mirazê xwe ji
Xwedê re bihîştana.
Lê wek me got, Nûrê ditirse, dibê:
“Me barî berfa nerm e,
Rûkê erdê kirîye weke çerm e,
De tu were min porkura Xwedê nerevîne, nebe şikefta Kulê,
Qoço yê kurapê min nêçîrvan e, sibê zû radibe pey kêvrûşka digerîne,
Tu were îzê bîne ser me min bikuje, te jî ser de. “
De Rizgan e, nahewe, xwîn di tamar de, dil di qefes de, Rizgan di gund de nasene êdî, xwe nagre. Ew
şev Nûrê direvîne. Diçin çîyê, dikevin şikevta Kulê.
Di şikeftê de Rizgan, serê xwe datîne ser çoka Nûrê, radizê. Her wiha şev li ser wan derbas dibe, Nûrê
sibê zû radibe, dertê derê şikeftê. Dibîne ku tişta ji ditirsîya va tê serê wan. Qoço li ser berfa nerm
şopa wan rast kirîye, wa li jêrê ye, ber bi wan tê. Nûrê direve diçe jêrê, xwe diavêje ber bextê Qoço, jê
re dibê :
“Tu were min porkura Xwedê bikuje,
Poz û guhê min jêke, têxe berîka xwe, bibe nav eşîrê,
Him te re nav e him namûs e,
Lê tu were Rizgan nekuje, ew e, xortekî heyf e, takî bi tenê ye…”
Lê bi gotinên gotinbêj û dengbêja Qoço herda jî efû nake. 
Sosin û Ferzê
Yek ji mînakên evînên têkçûyî jî helbet kilama “Sosin û Ferzê” ye. Li gundekî Mûşê ku li devê çemê
Mûradê ye, du evîndarê bêşansin. Dilê Sosin di Ferzê de ye lê bavê wê tîne ewê dide yekî din. Lê çawa
di kilam de salix dide, dilê gede jî di Sosin de tunebûye. Di kilam de wiha derbas dibe:
“Hewar Xwedê tu sêr bike Gulê digo Sosin xweyê,
Tu rabe gustîla nîşanîyê ji tilîya Sosina xweynga min re anîne
Çi bikim mêrê wê bê dil e hewar Xwedê
Gustîla nîşanîyê ji tilîya berxa min re teng e.”
Kilam bi lîyan, gazin û xwezîyên Sosin ve dirêj dibe diçe. Lê di kilam de balkêş e ku gava Sosin gazî
Ferzê dike, carna dibê “lo lo şaîro…”
“Sosin dibê lo lo şaîro vê sibengê malxirabo gelo
Dilê min keçikê fenanî belekîya berfa Kurtikê çîyayê Mûşê

Hey bêbexto gelo vê sibengê tu were qasekî rûnê li ber sîka bejna min keçikê…”
Wek tê zanîn li herema Mûşê Ferzê dengbêjek bi nav û deng e. Heye ku di vê kilamê de şaîra ku Sosin
gazî dikê, ew bi xwe be.
Salih û Nûrê
Lê ku behsa evînên têkçûyî dibe, meriv “Salih û Nûrê” ji bîr neyne nabe. Di kilam de çawa tê gotin
Salih “Piçûkê bira, qantar û qatîlê neh mêra ne.” Li hepsa Dîyarbekrê girtî ye û jê re cezayê idamê
hatîye. Nûrê dotmam û helala wî, “serbizêra” wî ye. Nûrê tê Dîyarbekir li derîyê dewletê digere û
efûya Salih dixwaze. Wekî ku di kilam de behs dibe, “cezareîso dide xatirê Xwedê û pêxembera, xatirê
Nûrê yê jina çê ye…”
Her wiha Nûrê, Salih ji idamê rizgar dike lê Salih “di sanîyê de bi Nûrê re xayîntîyê” dike.
“Salih digo lê Nûrê
Bejna te zirav e ji tayê rihanê ji têla vê kewretê piçûk im lê
Sêr bike hêşîn dikir li bajarê Dîyarbekir
Li derê Ûlû Camîyê lo vê mizgeftê, serbizêrê lê
Ez ji te re sond bixwim bi sonda qesemê
Bi navê Quranê, bi sûretê vê Beratê, domamê lê
Ezê te bikujim ji bona tu çima ji bona ceza û îdama min gerîyayî
Li qapîyê hukumetê ve dewletê, serbizêrê lê…”
Di dawîyê de Nûrê gazî dike, dibê, “ax xayîno lo lo…”
Feqî û Têlî Eyşan
Kilama dîyaloga “Feqî û Têlî Eyşan” jî gelek hêja û balkêş e. Hêjatî û balkêşîya kilamê ji rûdana di
navbera herda zêdetir, ji alî edebî, wêjeyî ye. Teswîrên zexm û kafîyeyên li hev hatî li pêş in. Feqî wiha
gazî Têlî Eyşan dike:
“Feqî digo de lê lê keçikê ez gul im tu rihanî
Berxê ez şûşe me tu fîncan î
Sebrs dilê min gelo ez sedef im tu mircan î
Berxê ez sûk im tu dikan î
Malxirabê ez bax im tu bostan î
Gidîyê ez lêv im tu diran î
Malxirabê ez zar im tu ziman î
Tu sêr biki ez ber im tu bistan î lê lê ..”
Wekî di kilam de behs dibe, Feqî rêwî ye. Li Çuxurê, jêra gundek Norşînê rastî qîza Mele Miheme, Têlî
Eyşan tê. Ji hev esil û esaletên hev dipirsên. Têlî Eyşan pirs dike, dibê : ”ocaxkoro gelo vê sibengê
xwezila min bizanibûya tu ezeb î yan zewicî yî?”
Feqî bersîv didê, dibêje:
“Lê lê keçikê ezê ji teyra teyrê per spî me
Li ser çît û perdê konê mala bavê te rûniştî me
Ezê îsal û çend salê min temam bû ez bilind firîm alçaxî ketime
Ez nizanim şansê te bû talîha min bû
Sala par vî çaxî li Çuxura Bazîdê zewicî me…”

Li ser vê bersîvê, Têlî Eyşan îcar dewa hêvîbûnê li Feqî dike. Dibû “ezê sedema çev û birîyê reş belek,
çend saleka ji xwe re qebûl bikim qar û bêgarê hêwîtîyê… ”
Lê Feqî qebûl nake, dibê “malxirabê here tu li ser doşega Resûlê Ekrem dê û xweyêmin î. ”
Emerkê û Qîza Tucar Axa
Emerik zavê Tucar Îskender e. Pê re baziganîyê dike. Bo wî diçe Helebê kewranîyê. Dilê wî û Qîza
Tucar Îskender di hev de bûye. Soz û qirarên wan yek bûye û zewicîne. Di serê kilam de bi taybetî
Qîza Tucar Axa bêrî û hîsên xwe yên hezî û xwestekîyê tîne ziman:
“Te berê xwe dabû Heleba şewitî ji Tucar Îskender re diçû kewranîyê
Îro çendê me temam bû te ez dîn û har dikirim birîndarim
Bûbû meraq ketibû can û cîgerê min keçikê lo min zerîyê
Lo lo gidî gelo vê sibengê tu îro rêka xwe nivî kir
Zivirî hatî taxima sing û berê min gulîbirî bi mêvanî…”
Lê rojek, gava Emerkê diçe kewranîyê, dibîne ku Qîza Tucar Axa jê re bêbextîyê dike. Di kilam de wiha
tê ziman:
“Gidî gelo vê sibengê ezê ji bavê te re diçûm Helebê lo kewranîyê
Gava ez ketim binîya êlê min dî te li xwe kiribû çekê xwe yê bûkanîyê
Te li dostê xwe kiribû çekê minê zavatîyê
Ocaxkorê ez ne nexweşim tu îna bike ez batime casûsîyê. ”
Qîza Tucar Axa berê înkar dike û dixwaze bi malê dune, bi pere û serweta bavê ve Emerkê îdare bike.
Hildide dibê:
“Emerkê ez bi qurban, sibe bû li me derketîye stêrka sibê, lo stêrka zer e
Şewq û şemalê dabû qesir qonax koşka seraya Tucar Îskender e
Hey malmîrat tuyê bi gotina fesad û şeytana neke
Malê bavê min pir gelek e
Bibe ji min û xwe re li Helebê bike zêr û pere
Emerkê her tim car ser çevê min û bavê min re were. ”
Lê Emerkê şan û şerefa mêrkî eşîr, bi mêranî û camêrî qebûl nake. “Ez ti cara malê bavê te bi bêbextî
nafroşim, ji xwe re nakim zêr û pere. Ez ji te re sond bixwim îro di ser serê te û dostê te ve dikim herb
û sefer e.”
Qîza Tucar Axa dibîne ku Emerkê bi biryar û bi qirar e, idî înkarî bêfayde ye, dibêje: “Emerkê fenanî
kelbekî ji kulîna mala bavê min derkeve dev bi mast e, ez ji te re sond bixwim herçî gotinê te gotine
temam rast e.”
De idî tîr ji kevan derketîye. Camêrek ku rastî kotîbûn û xirabîyek wiha were, divê çi bike? Wê helbet
qaîde û ûsûlên dê û bava, qalik û mezina û zagonên eşîra bihata cî, wê rûdanek ku li cem rûspî û
maqûla, mezin û cahila, jin û mêra bihata pejirandin rû bida.
“Qîza Tucar Axa, sibe ye ez Emo me, Emongê delodîn im
Ezê vê sibengê malxirabê bi quweta min nîne, bi quweta Rebê li jorîn e
Ezê çek û sîlahê xwe li xwe kim, qema qabirme zîvîn li bejna xwe bişidînim
Tu derî baca kilît bike, ezê dugma zirzê bişkênînim

Bi quweta Rebê Jorîn serê te û dostê te va bi hev re difirînim.”
Wekî me li jorê jî got, di çevkanîyên qedîm de behs dibe, dibê du derîyê dilê însan heye: Ya duyemîn
derîyê evînê ye. Evîn û eşq, hêz û qudûma xwesteka jîyanê ne û her li ber derîyê dilane. Dîyarîya herî
mezin ya ji bo însana ne. Ew derî ji kê re girtî be, kê di şêmika wê de asê be ew bedbext û kesas e.
Kilam ji bo wan in.

Jêrenot:
1- Wey Dil – Şakiro
Çavkanî:
Antolojîya Dengbêjan 2 Şakiro- Ö.Güneş/I.Şahin, Nûbihar
Kilam û Jin- T.Çiftçi, Nûbihar

Zerdustxale

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext