Berhema sereke ya Edebîyata Kurdî “Mem û Zîn”, wê bi versîyona operayê ve di
Festîvala Navnetewî ya Gulanê de cîh bigre.
Raîn Medîa hewl dide ku berhema sereke ya Edebîyata Kurdî “Mem û Zîn” wek opera
bigihîne hunerheza. Opereya “Mem û Zîn” ku wê gelek hunermendên ji netewên cûda
di heman projeyê de bigihîne hev, cara yekemîne ku wê di festîvalek navnetewî ya ku
nebza hunerheza dide der derkeve pêş bînerên xwe. Berhem ya Wêjevanê Kurd a
mezin Ahmedê Xanî, bestekarê wê Cem Îdîz û nivîskarê lîbrettoya wê jî Cuma
Boynukara ye. Gelek girîg e ku ev yekem care berhemek ji Edebîyeta Kurdî derdikeve
organizasyonek navnetewî ya hunerê.
Festîvala Navnetewî ya Gulanê her çiqas xwedîyê kokek kevn be jî ji 1987an vir de,
wek muzîk, şano û reqs di sê beşan de dibe xwedîyê performansên gelek çalakîyan.
Festîval her sal nêzî 100 hezar kesî diezimîne, pala xwe dide hêza hevgirtî ya hunerê û
bi vê avayê ji çar alîyê dunyayê gelek hunermenda di bin heman banê de dicivîne.
Festîval, wê îsal ji Tirkîyeyê Opereya “Mem û Zîn” biezimîne. Ev cara yekeme wê li
Eyaleta Essen ya Almanyayê de di sazûmana Festîvala Navnetewî ya Gulanê de bi
Kurdî xwe pêşkeşî bînerên xwe bike.
Berhema perizîn ya edebîyeta nivîskî ya Kurdî “Mem û Zîn” destanek trajîk ya
evînîyêye ku di dawîya sedsala 17an de hatîye nivîsandinê û di nav mîrasa çandê ya
dunyayê de cîyê xwe diparêze. Destana “Mem û Zîn” xêncî ku klasîkek ji çîroka
evînîyêye di heman demê de bal dikşîne ser avahîya civaka Kurda ya remanî û
gîyanîyê jî. Destana “Mem û Zîn” bi taybetîya xwe yê ku evînî, azwerî û sedeqatê li
hember çanda feodal û bêdadîyê, zordarî û dijraberîya tevgerîyaye ve berhama bi
navûdeng “Romeo û Julîer” tîne bîra însana. Berhem, di edebîyeta Kurdî de ku
çavkanîyek serekeye, li giştîyên dunyayê de îro jî hê xwedîyê tesîrek bi qîmet e.
Sazkerên Raîn Medîayê Dara Kutlay û Zelal Sever, di sala 2023an de bi vê operayê ve
“Mem û Zîn” di nav mîrasa çandî ya dunyayê de dixên bin sernavek nû.
Di operayê de rejisor Îhsan Othmaê meşhûr e. Ozlem Bulut soprano, Angela Pollak
tenor û Dîona Pollak jî pîyanîst e.
Opereya “Mem û Zîn” wê di 13ê Gulana 2023an de, seet 15:00an de li Hessisches
Staatstheater Wiesbadenê di salona Großes Hausê de li qada fuayeyê de derkeve pêş
bînerên xwe.


















