Belê, min bi Kurdî nivîsî. Jiber ku ev ziman diaya minê yekem e. Ev ziman dengê çîrokên kalên
me, hawar û gazîyên dayîkên me û dengvedanên çîyayên gundê me ye. Lê ew di pirtûkan de
tunebûn. Ew di pêşa çîyayan de, di odeyên mêran de, li ser agirên êvaran de, di şevbihurkan
de man. Min xwest van tevan birêjime ser rûpelan.
Min bi Kurdî nivîsî. Çimkî zimanek, tenê bi kelîmayan pêkhatî nîne. Ziman, derd û kulên gelan
e, jana dilê miletan e, bîr, hêvî û şahîya netewan e. Ziman rih e, rihê welatan e. Min xwest
parek min jî hebe di vê rihê de. Wekî min dizanibû, ziman winda be wê pê re lorînên dayîkan,
gotinên pêşîyan, ken û dengên zarokan jî winda bin.
Cîgerxwîn di helbestên xwe de bêna xwelîyê bi bêrîya azadîyê ve nivîsî. Mehmed Uzun di
romanên xwe de peyvên ku hindik mabûn winda bibin ji nû ve vejand. Evdalê Zeynikê, Gulê,
Şêx Silê, Reso, Ferzê, Şakiro û gelek dengbêjên dûmahîkên wan xîmê Kurmancîyê di dil, mêjî
û xwezaya cimaeta Kurmancan de neqiş kirin. Ez di rêya wan de meşîyam. Di vê meşê de
têgîham: Bi Kurdî nivîsin wêrektî divê, kedkarî, zehmetî û astengî divê, lê zehftir û bihtir hezî
divê.
Ez jî wek wan fikirîm. Heger em jî zimanê xwe bikarneynin, bi zimanê xwe nenivîsin, wê kê
binivîse? Heger em bi zimanê xeber nedin, wê kê xeberde?
Min bi Kurdî nivîsî. Ji ber ku min îşiq dît di çevên zarokan de. Min xwest zarokên me çîrokên
xwe bi zimanê xwe bixwînin. Min guman kir ku xwe di rûpelek pirtûkek de bibînin, wê
têbigîhin ku netenê ne. Min kesên ku helbestan bi zimanê xwe dixwandin de rûkenî dît. Jixwe
ew rûkenîyan hemû tirsên min jî pûç kirin.
Min bi Kurdî nivîsî. Jiber ku bawerim, zimanek kerr bibe, wê dilê xelqek kerr bibe.
Lê bi tiştek din jî eyan im. Zimanên cûda dijmin nînin. Tirkî, Erebî, Farisî, Ingilizî, Almanî her
yek wan pirek e. Mirazê me avabûna pireyan e, lê divê mala me jî li ser xîmê xwe bisene.
Min bi Kurdî nivîsî, çimkî ez bi aşitîyê bawerim. Meriv bi zimanê hev bipeyîvin, bi kul û
kederên hev jî dihisin. Bi zimanek nivîsin, meriva naxe dujminê milet û zimanên din. Bi
berevajî dengek lêzêde dibe û dîyarê însanetîyetê dibe.
Ez bi wesîleya 21 Sibatê Roja Zimanê Dayîkê ya Cîhanê dixwazim bi vê nivîsa xwe ve wiha
bêjim:
Min bi Kurdî nivîsî, çimkî min xwest ez wek xwe bim. Ez têgîham ku zimanê min nasnameya
min, serbilindîya min e. Serbilindîya min jî pênûsa min e.
Min bi Kurdî nivîsî, çimkî min nexwst ez dengê dayîka xwe winda bikim. Min bi Kurdî nivîsî,
çimkî min xwest ez şopek bihêlim ji pêşerojê re.
Bi zimanek nivîsin, ne tenê wêje û huner e, di heman demê de vejandin û jîr kirina hiş û xêva
miletek e.
Û min ji bo ku hêş û bîra xwe, ziman û çîrokên gelê xwe bivejînim bi Kurdî nivîsî.
Ez dizanim ku ziman bijî, hêvî jî dijî.

















