Li bajarê Viyena yê Awustiryayê navendek ji bo parastina kultûr,
wêje û zimanê Kurdî hatiye avakirin û li wir zarokên Kurd û biyanî jî
fêrî Kurdî dibin.
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê dezgeheke çanda Kurdî ya
serbixwe ye û ew di sala 2017an de ji aliyê hin rewşenbîr,
hunermend û akademîsyenên Kurd ve li Awustiryayê bi armanca
parastina çand û zimanê Kurdî hatiye damezrandin.
Serokê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê Silêman Mihemed ji
bajarê Qamişlo ye û ew bi xwe 9 sale li Awustirya dimîne, dibêje
dema ew li Awustirya bi cî bûn, karê herî zêde yê ku pêwîst dîtin ew
bû ku zarok fêrî ziman û çanda xwe bibin.
Serokê Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê Silêman Mihemed got:
“Li vê derê dezgeh û komeleyên Kurdî hene ku karên siyasî û civakî
dikin. Lê dema em di sala 2015an de weke penaberên hatin vê
derê, me pêwîst dît ku girîng e saziyek Kurdî ya serbixwe hebe û
tenê karên çand û ziman bike. Li vir me dît ku pêwîst e zarokên
Kurd ên penaber fêrî zimanê xwe bibin û li çand û zimanê xwe
xwedî derkevin. Ji ber vê yekê em çend xortên Kurd xwe da hev û
Enstîtuya Çanda Kurdî ya Viyanayê ava kir.”
Ji sala 2017an ve enstîtu hatiye avakirin û di gelek qadan de
dixebite. Ev enstîtu xelata rûmetê ya hunerê jî dide.
Silêman Mihemed herwiha got: “Çalakiyên sereke yê enstîtuyê
sazkirina kursên zimên bi her du zaravên Kurmancî û Zazakî ne. Ji
bilî kursên fêrkirina ziman Enstîtuya Kurdî çalakiyên çandî û hunerî
jî li dar dixe, wek danasîna pirtûkan. Em nivîskar û helbestvanan
vedixwînin û gotûbêj li ser berhemên wan têne kirin û nivîskar
pirtûkên xwe îmze dikin. Herwiha em dixwazin weke enstîtu di
navbera çana Kurdî û Awustirya de bibin pirek û ew bizanin ku çand
û zimanê Kurd çend dewlemend û xweş e.
Mihemed herwiha dide zanîn ku bi navê “Koma Xwendinê ya
Viyanayê” jî projeyeke wan heye û armanca vê komê bipêşxistina
xwendinê di nav keç û xortên Kurd de ye.
Çavkanî: rudaw

















