Gozel

Sîng û berê kew-gozelê Elegez e,
Vê biharê wê xemilye rez bi rez e:
Memikê yarê ser bedenê cot kanîne,
Xalêd sûret mîna konê Kurmancîne.
Guliyê yarê mîna cewê der biharê
Hev girtine, fitil-fitil têne xarê.
Ezê li ser kaw-kubarê bengiyê xefur,
Min da desta û lîlandin sîmê tembûr,
Min go:-Yarê, tembûr destê min de helîya,
Were lawikê xwe keremke cotê gulîya. . .
Go:- Beytûyo, porr û gulîyê min qumaşin,
Yêngê mîna te bêsewda û bêhişin.
Sîng û berê min zozan e, ez çevreşi im,
Ne ya te me, para lawikê xwe keleşim. . .
Got berzeqê û bi avir min nihêrî,
Avirê wê min bûn mîna kêr û dirî. . .
Cotê gulîya bûn cote mer û min venîn,
Sazê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn…
Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûman,
Nizam çira gelo bihar bû zivistan. . .


Zeriyê zenda zer hildaye ta enîşkê,
Raser hatye, dibişêve serê keşkê…
Ew keşk nîne, reben dilê mine, yazix,
Ji dest huba wê dihele, usa dişkê…


Xwezil, xwezil, ya min biyayî,
Xwezila bûka diya min bûyayî,
Te çok veda ber pîngê wê,
Serî bida ser sîngê wê,
Porr û gulîyê xwe reş berda,
Diya min porê te vegirta,
û min destê wê yê çira
Li ser porê te paç kira…


Ez bûm kanî, jorda hatim,
Ber bi baxçê te xulxulîm,
Sura dilê te da ser min,
Ax nîvê rê ez cemidîm.


Lawikê min çû, bû xwendekar,
Ber bi gundê me nayê,
Yara xwe hîşt, çara xwe hîşt,
Bîrkir sozê dinyayê.
Şeherlûke tîtik-mîtik
Qey muhbeta wî kirî,
Dilê lawikê min bû kevir,
Çerxa min çep zivirî.
Ez çi bikim bejina bilind,
Xirxê xweyî reng-rengî,
Gava lawikê minê ezîz
Ser şeherlûyê bû bengî…
Hergê bêjim: “Were, lawik,
Ez xezala serê çîya”,
Ax wê bêje: “şeherlûya min
Kew-gozela nav baxça”.
Hergê bêjim: “Were, lawik,
Ez sosinim, gula reng”,
Ax wê bêje: “Barişna min
Hewirmişa al-fireng”…
Wekî bêjim: “Ezê te re
çêkim berr û xalîça”,
Wê bê: “Dosta min dizane
Nexş-nîgarê şah, padişa”.
Min rebenê, hergê bêjim:
” Ez xanimeke cindî”,
Heqî-heqiyê wê bê:
“Dostê prafesor û xwendî…”
Na gidîno, qesem-qirar,
Xwendikarî bûye dem,
Ezê hildim qey xatira
Defter, kaxwez û qelem…
Fêrîkê Ûsiv
Çavkanî: Asoya Helbesta Kurdî

Zerdûşt Öztürk

Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

Related Posts

Dest

Desta bipesin… Desta bipesin, Ewe ziyaretin, jîyîn, nifûsin. Tim zarê ji dê ew dikin xilaz, Ew dikin temiz dergûşa bi naz. Dest in, wek pencê tava pirşemal, Ber û bedena…

Zêdetir
Evîna Te Ez Bernedam

Evîna te ez bernedam, Tî mam, birçî mam Şev xayîn, şev tarî bû Can xerîb, can kerr Can parçe parçe… Û destên min kelepçê de Bêtitûn, bêxew mam Evîna te…

Zêdetir

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Pesendên Sereke

Ez ji Te re Av Bînim

Ez ji Te re Av Bînim

Serhonazê Kal

Serhonazê Kal

Destana Berxwedana Nefsê

Destana Berxwedana Nefsê

Rûdanên Hala

Rûdanên Hala

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Bandora Ziman Li Ser Dilan

Mişkê Welat

Mişkê Welat

Behlûlê Dîn

Behlûlê Dîn

Qaçax

Qaçax

Keçe Kumsor

Keçe Kumsor

Çîroka Derew û Rastîyê

Çîroka Derew û Rastîyê

Şivanê Piçûk

Şivanê Piçûk

Mîr, Wezîr û Cotkar

Mîr, Wezîr û Cotkar

Pînokyo

Pînokyo

Siloyê Hirç

Siloyê Hirç

Bextîyar û Bêbext

Bextîyar û Bêbext