Kurd û Dengbêjî

Dengbêjî ji bo me Kurdan kaneke wisa ye em dikarin bi sedan salan bikolin zêr zeberan jê
hilînin.
Beriya wexta tenê kal û pîran dengbêj guhdar dikirin, zêde kesekî guh nedida naveroka
kilamên dengbêjiyê.
Kengê ew kal û pîrên me mirin, kurmanciya me jî derbê giran xwarin em paşê xwe farqilîn lê
çi heyf êdî dereng bû.
Ew dengbêjên diwana malên malmezin da sê roj û sê şevan distran êdî tunebûn. Tenê
dengê wan kasêtê têngirtî da mabûn, ew malên malmezin jî xalî mabûn, stûnê wan ketibûn
xwarê ser banê xaniyê wan reşegîha hêşîn hatibû, tewle gomê wan da vîtîniya dûmeqeska
dihat.
Dema min ev rêzikan nivisîn oda mala kalikê min hat bîra min, oda kalikê min da dema
dengbêjan distra qîz û bûkan jî guhê xwe didan ber qurqurneka dêrî dizîkava guhdar dikirin,
yekcaran jî teseliya çaya ser kucik dikirin û hey şekirê nava şerbetê dihelandin, xorta jî
pêjgîrê dest û li ser çokên dengbejan diguhurandin, çay, cixare û qehwa wan ra mijûl dibûn.
Yekcaran orta odê sewtek bilind dibû hevra digotin wey siheta te xweş be, sihet bi sihet, bira
ez derdê te nebînim û gula cimaetê. Bi gotinên wa va kela dilê dengbêj radikirin, dengbêj jî bi
hunera xwe va ew cimaeta di nava ewqas cîh û warên welêt, şax û mesîlan, zozan û
mexelan, êl, eşîran, kihêl û belgîran, di nav axa û mîran, dewletî û feqîran da digerandin.
1ê Nîsanê 2023yan da bernameyeke bi kefîl û deman di Kurd Kavê da derbarê dengbêj û
dengbêjiyê da hate derbaskirin.
Moderator birêz Fehmî Atmaca, derbarê miqam û awazan da rêzdar Sebrî Agirî, derbarê
çewtî û xeletiyên ketine nav dengbêjiyê da hêja Ayhan Erincik, hêla dengbêjiyê û civaknasiyê
da jî hêja Zerdeşt Ozturk axifî.
Du dengbêjên dengxweş û navdar jî beşdarî bernameyê bibûn yek apê me yê dengxweş,
dengbêjê hêja Mihemedê Beyro, yê din jî dengbêjê me yê nûjen xwedanê sewt û kubra narîn
rêzdar Mihemedê Serhedî bû, gelek jî mêvan kesên bi nav û deng beşdarî vê bernameya
xweş bibûn.
Me li gel hev demeke xweş derbas kir, piştî guhdariya dengê dengbêja yê zêrîn me
guhdariya şîroveyê rêvebirên bernameyê kir. Her caran jî di beşa xwe da gilî û gotinên xweş
û bi awayekî zanyarî raberî me beşdarvanan kirin. Ji bo min bernameyeke gelekî kêrhatî bû,
ez tiştên nû hîn bûm, min êdî cem xwe hesab kir dengbêjî ji bo me miletê Kurd kaneke zêrîn
e.
Ji bo ew kana li ber çavê me nebirê, ew ocaxa venemire, li ser da kendal tep nebin, divê em
derdorê wê vexin. Ev lijneya van çar camêra pêk tê mecal ji wan ra bê çêkirinê ew hê zêdetir
me ronî bikin.
Ez di wê baweriyê da me ew koma maqûlan dikare akademiyekê li ser dengbêjiyê ava bike û
rêvebiraya wê jî bike.
Spas ji bo kekê Fehmî ez teklîfî vê bernameya bi nirx kirim, min sûd jê wergirt mala wan
komekî ava be.
Yûcel Aslan
https:/candname.com

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext