“Metê,” kilamek ji kilamên sêlinga dengbêjan e ku di navbera Intab, Milazgir û Qereyazîyê de
xweyîyê gerek fire ye. Gelek serpêhatîyên li vî golî bi gotin û kilamên dengbêjên heremê, yên
wek Evdal, Ferzê, Reso, Gulê, Şakiro, Nûro û gelekên din yên bi nav û deng ve hatine
gotinê. “Dinyayê”, “Xelîlê Hesen”, “Axao”, “Şerê Intabê”, “Bavê Zekî”, “Şerê Ûris”, “Lo Bavo”
û hê gelekên din rûdan û serpêhatîyên Intabê li ser dengê dengbêjan gerandine. “Metê” jî
yek ji wan e ku li Intabê qewimîye.
Kilam ya Evdalê Zeynikê ye. Ji ber ku Bedîhê Çevşûşe û Ferzê dûajoyên sereke yên şêwe û
ûsûla Evdal bûne, heye ku kilam, wek gelekên din, ji wan derbasî dengbêjên nifşên nû bûye.
Lê dikare bê gotin ku “Metê” bi zêdeyî li ser Radyoya Rewanê, bi dengê Şeroyê Biro ve
hatîye bihîstin û naskirin. Em dikarin di gelek qeyd û çevkanîyên Radyoya Rewanê de, bi
taybetî bi dengê Şeroyê Biro ve rastî kilama “Metê” werin. “Metê”, herî zêde her wiha li
seranserê welat belav bûye.
Wek ku me li jorê jî got, kilam behsa rûdanek li Intabê dike. Wek tê zanîn Intab, golek mezin
ya navçeya Dutaxê ye. Bi du alî ve tê zanîn: Alîyek Seregol e, wek Seregola Intabê tê
binavkirin. Alîyek jî, ji ber ku çemê Mûradê ji nav derbas dibe, Devçem e. Lê gelek cara wek
jêr û jor, ango Intaba Jorê, Intaba Jêrê jî binav bûye. Her wiha Seregol, Intaba Jorê, Devçem
jî Intaba Jêrê ye. Jixwe kilam jî behsa Intaba Jêrê dike.
Intaba Jêrê bi gundên Devçema ve pêk tê. Qerxelix, yek ji gundên Devçema ne ku gundek ji
yên Elî Begê ne. Ji ber ku Mihememedê Elî Begê ji Qerxelixê radibe diçe Meter, di kilam de
behsa Intaba Jêrîn dibe. Metê li Meter mêra ye. Meter jî jixwe gundek li jêra Qerxelixê ye. Bi
zêdeyî bi Nûroyê Dengbêj ve tê nasîn. Wek tê zanîn, Nûro, wek Nûroyê Meter li heremê
deng daye û dengbêjek sereke ya heremê ye.
Em werin ser mijara xwe ya “Metê” ka gelo kê ye. Metê, qîzek ji qîzên Hecî Ûsiv Paşa ye.
Şeş qîz, sê kurên Paşê hebûne. Şebabê Axê, Elî Beg û Mehmed Paşa her sê kurên Paşê
bûne. Asya, Helîme, Edebî, Xezal, Fatma û Hacer jî qîzên Paşê bûne. Di kilam de yê ku wek
“Metê” binav dibe Xezal e. 1 Xezal xwûşka Elî Begê, her wiha meta Mihemed e. Mihemed, yek
ji her sê kurên Elî Begê ye. Kurên din yên Elî Begê Hesen û Evdila Beg in. Wek ku ehlîyên
heremê dizanîn Evila Beg jî bavê Îbrahîm, Ezîz, Cemîl û Dîlawer Bega ne.
Di çavkanîyên cumaeta eşîrên heremê de, di nav kal û pîrên Kurmanca de bûyar wek nakokî
û pevçûnek li ser erazî, li ser kar û barên rojane de derketîye ve behs dibe. Mihemedê Elî
Begê, bi zavê xwe re, ango bi mêrê meta xwe ya Xezalê re pevdiçe. Mesele dirêj dibe.
Rojek, Mihemedê Elî Begê, bi merivên xwe ve, bi xulam û pizmamên xwe ve siwar dibe diçe
Meter, diajo ser mala meta xwe. Jixwe Mihemedê Elî Begê mêrekî li ser pozê xwe bûye.
Çawa ku ehlîyên heremê salixê wî didin, dibê gava ku diçû şer û dewekî, kincên sipî li xwe
dikir ku wek kefenê xwe hazir kiribe. Wê yan bikuşta yan jî bihata kuştin. Her daîm bi nîyeta
mayîn û nemayînê ve tevdigerîya ye.
Di pevçûnê de Mihemedê Elî Begê lêdixe mêrê meta xwe û kurê wî bi hev re dikuje. Metê bi
salan reş girêdide û hêvîya roja xwe dimîne. Piştî waxta Mihemedê Elî Begê gelek cara rêya
hevhatinê digere. Lê Meta wî, ti cara ti rêya jê re venake, rik û hêrsa xwe bi salan di dilê xwe
de vedişêre. Ji ser de zeman derbas dibe, sal dibihurin, demsal ber hev didin, Xezal, kurê
birê xwe efû nake. 2
Tê gotin ku piştî kuştina mêrê wê û kurê wê, du kurên piçûk yên Xezalê hebûne. Wekî ku di
kilam de jî derbas dibe kor, seqet û kêmfem in. Xezal heta ew herd kurên wê mezin dibin
disene. Sala ku herd kurên wî pê re digihîjin, cab dike, dibê: “Xwîn nabe av, bira were mala
min, nanek bixwe, emê hev helal bikin.” 3
Mihemedê Elî Begê ji Qerxelixê siwar dibe, berê xwe dide Meter, diçe mala meta xwe
mêvanîyê. Metê sifre datîne, gava Mihemedê Elî Begê çek û rextê xwe ji xwe dixe, diçe ser
sifrê, dibên herd kurê metê ji pişt istêr dertên, ji pişt ve bi qeleşî lêdixin.
Her wiha kuştina Mihemedê Elî Begê, egîdê eşîrê, şêrê şer û dewa bi destê herd xwarzîyê
wî, bi destê du cahilên kor, seqet û kêmfema ve diqewime.
Metê Nemayê 4-5
Hay lo hay lo hay lo…
Metê nemayê li Dinyayê…
Metê rebenê,
Meterê wêran bişewite wa li zinêr e,
Mihemedê Elî Begê Kekê Zahîdo, siwarê Tîgran ji malê sîwarbû,
siwarê bozî çar salî, dêl bi hine, delodînê nêr e.
De bira ew ro ne roja Xwedê bûya,
Mihemedê Elî Begê, Kekê Zahîdo, sîwarê Tîgran ji malê sîwar bûya,
Li Intaba jêrîn mala Meta porkurî bibûya mêvan…
Metê rebenê tembîya bide kerr û lalê Intabê,
Bira derbekî li bedena kekê Zayîdo çiftexasî mêra nexîne,
Tu nizanî li qarşî neyara meşkîne, pişta Elî Begê kalemêr e…
Hay lo hay lo hay lo…
Yeman hay lo Metê nemayê li Dinyayê …
Metê rebenê Metera wêran bişewite wa di mil da,
Mihemedê Elî Begê kekê Zahîdo, siwarê Tîgran malxirabo ji malê sîwarbû,
Siwarê bozî çar salî, dêl bi hine, delodînê wa di bin da,
Bêxwedîya modolîya avîtîye alîkî mil da,
Bira ew ro ne roja Xwedê bûya,
Mihemedê Elî Begê Kekê Zahîdo, sîwarê Tîgran ji malê sîwar bûya,
Li Intaba jêrîn mala Meta porkurî bibûya mêvan…
Metê rebenê tembîya bide kerr û lalê Intabê,
Bira derbekî li bedena kekê Zahîdo çiftexasî mêra nexîne,
Tu nizanî Elî Begê kalemêr e,
kederê neyara nemîne ha di dil da…
Hay lo hay lo hay lo…
Yeman hay lo Metê nemayê li Dinyayê …
Metê 6-7
Hay lê hay lê hay lê…
De hay lê hay lê hay lê…
Metê dêranê
Her çî gava Mihemedê Elî ji mal siwar bû sebra dikşîne,
Bêîmanê her çî gava Mihemedê Elî ji mal siwar bû sebra dikşîne,
Ew ro ne roja Xwedêye cote qonaxa Intaba Jêrîn e,
Dibê van kora, şivan û seqeta gulekî berî Mihemedê Elî, siwarê Tîgran dane,
Heyla mala bavê xirab bûyê
Kesekî tune tim têla mala Sêrxûn bigerîne…
Hay lê hay lê hay lê…
De hay lê hay lê hay lê…
Metê dêranê zinêr de di zinêr de,
Bêîmanê zinêr de di zinêr de,
Herd milê metê bişkê di zengê de,
Îro sê roj e sê şev e gulek berî bedena Mihemedê Elî daye,
Heyla mala bavê xirabûyê gule maye di birînê de…
Hay lê hay lê hay lê…
De hay lê hay lê hay lê…
Neke metê neke, bêîmanê neke,
Cezûyê neke, fesadê neke,
Agirê kulê li beyta mala bavê xwe bike,
Cinyazî Mihemedê Elî Begê, siwarê Tîgran li orta meydanê xirab neke…
Hay lê hay lê hay lê…
De hay lê hay lê hay lê…
Metê dêranê…………………………………………………..
……………………………………………………………………..
Xwedê pê ve eyan e Mihemedê Elî siwarê Tîgran,
Siwarê bozî dêl hine ye,
Metê bêîmanê nekuje bavê Zahîdo, Mihemedê Elî siwarê Tîgran,
Bêîmanê roja axirîyê berxê koza mala bavê te ye….
Hay lê hay lê hay lê…
De hay lê hay lê hay lê…
Neke metê neke, bêîmanê neke,
Cezûyê neke, fesadê neke,
Agirê kulê li beyta mala bavê xwe bike,
Cinyazî bavê Zahîdo, Mihemedê Elî Begê, siwarê Tîgran li orta meydanê xirab neke…
Çavkanîyên Agahîyê:
- Ahmedê Ezîz Begê
- Kutoyê Miheme
- Ayhan Erkmen (Qeyda YouTubê)
Çavkanîya Kilamê: - Metê Nemayê, kilam, ji dengê Şakiro
- Hay Lo Metê-Mihemedê Elî Begê, Antoljîya Dengbêjan 2 Şakiro, O.Guneş, I.Şahin
- Metê, kilam, ji dengê Şeroyê Biro
- Qeyda Radyoya Rewanê

















