Kurmancî Here Gulê

Di asta medyaya sosyalî de çend rûpelên min yên aktîf hene. Wek tê zanîn rûpelîn medyaya sosyalî li ser rêça algorîtmeyan ev bi rê diçe. Di bijarên algorîtmayên min de çand û huner, dîrok, felsefe û her wiha hene. Lê rîtîmên ku jê re dibêjin “pop” yan jî “deep house” ne di serê algorîtmayên min de ne jî di binê wan de ti cara peyda nedibûn. Heta ku strana “Kurmancî Here Gulê” derket… 

“Kurmancî Here Gulê” stranek hît e ku di Înstagram û TîkTokan de bûye vîral e. Di nava çend seetan de 100 hezar car vebûye û lê hatîye temaşekirin. Niha heye ku hejmera xwe bi rihetî gîhandîye mîlyon caran. 

Strana “Kurmancî Here Gulê” bi şêwaza “Kurdish Afro House” û “Deep House” lihevhatîye. Binesazîya elektronîk ya kevneşopî û modernîteyê bi piştgirîya teknîkên dijîtal û hişê çêkirî ve li teknîkên produksîyonê ve kirîye û bûye trend a global. Hin taybetîyên stranê wihanin: 

Binesazîya muzîkal ji elementên elektronîk, bi rîtmên dîyar yên afro house û bi motîvên vokal yên Kurdîya kevneşop in. Qeydek orjînal ya studyoyê nîne. Bi teknolojîya hişê çêkirî û bi formatên nûjen yên muzîka elektronîk ve afirîye. Bi versîyona xwe ya mîx ve li ser medyay sosyalî gihîştîye girseyên berfireh û peyva “Kurmancî”yê li zimanê dunyayê alandîye. 

Deng, dengê jinek e ku navê wê “Hîva” ye. Lê Hîva di rastîyê de tuneye. Ew stranbêjek dijîtal e ku berhema hişê çêkirî ye. 

Di bin vê berhema hunerî de du ciwanen ji dîyasporayê hene. 

Luam Mesfin xelqê Erîtrê ye û hevparê projeya “Project 144” e. Luam, di danezanînên xwe de armanca projeyê wek wina tîne ziman: “dengdayîna çandên ku kesek dengê wan nabihîse…”

Qehremanê duyem ya vê çîrokê muzîkjenek profesyonel Barış Korkmaz (Paix) e. Mena nîckname a wî  paîx, bi Fransî “aşitî” ye. Ew e ku rih daye vê stranê lê tercîh dike ku pişt perdê bimîne.  Rûyê xwe bi maske ve girtî ye. Dibê, “heta miletê min ji zor û zehmetîyan xilas nebe, ji jan û keseran rizgar û azad nebe, ez vê maskeya xwe danaxim.” Ji bo wî wateya maskeyê nîşana êş û birînên miletê wî yeç. Ew dibê, “tenê aşitî dikare maskeya min ji rûyê min hilde.”

Ew û Luam bi hefteyan li ser stranê xebitîne. Gava ku dengê Hîva cara yekem bihîstine bêdeng mane. Dîtine ku ew rihê ku lê digerin ev e. Her tişt bi fikrek destpêkirîye; xwestine hunermendek Kurd biafirînin û rihek li projeya xwe da kin. 

Belê, seeta wan xweş be. Îro êdî di qada medyay sosyalî de satranek Kurmancî bûye vîral û li ser zimanê herkesî, ji her miletî ye. 

“Kurmancî Here Gulê” dikare were gotin ku nîşana rizgarî, vejîn û lîyana zimanê me ye.  Zîmanê me xwe diparêze, şîn û şên dibe, li bayê nûjenîyê dide, radibe, vedibe, aj dide. Wekî ku Cîgerxwîn gotîye: “germ dibe, sar dibe, dikele, dikele, dipişiqîne, brûskê tavê tavan hiltîne, ronahî dike, rojê li welat hiltîne, her wekî Kawa li ser xwe pêk tîne”…

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Dilê Sînemaya Cîhanê de “Jinwar” 

    Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Cannesê ku wekî “Dilê Sînemaya Cîhanê” tê naskirin, îsal bû şahidê beşdariyeke berçav a sînemaya Kurdî. Di nav qerebalixa stêrkên Hollywoodê û derhênerên herî navdar ên cîhanê de, derhênera Kurd a ji Hewlêrê Beyan Selahê bi projeya xwe ya nû “Jinwar” bala sînemaya cîhanê kişand ser xwe. Ev berhema ku hîn di qonaxa amadekirinê de ye, di beşeke taybet û girîng a festîvalê de hat qebûlkirin. Belgefîlm bû cihê balkêşiya pisporên sînemayê. Di nav 11 projeyên herî serkeftî yên cîhanê de ye Yek ji destkeftiyên herî mezin ên Beyan Selahê di gera îsal de, hilbijartina belgefîlmê wê   “Jinwar” bû ku di bernameya “Spotlight Projects”ê de cih girt. Ev beşa ku taybet e ji bo piştgirîkirina fîlmên di asta bilind de, ji seranserê cîhanê tenê 11 projeyan hildibijêre. Ev hilbijartin bûye sedem ku şirketên mezin ên produksiyonê yên ji Brîtanya, Fransa,        Holenda û Amerîkayê bikevin pêşbaziyê da ku bibin hevparê vê projeya Kurdî. Spotlight Projects ew beş e ku ji bo fîlmên di qonaxa post-prodaksiyonê de ye. Ev beş derfetên mezin ên hevkarî û naskirina navneteweyî pêşkêş dike. Selah vê yekê wekî “destkefteke gelekî mezin” bi nav dike. Ew dibêje ku ev serkeftin ne tenê ji bo wê ye, ji bo hemû jinên Kurd e. Tişta ku sînemakarên biyanî li Cannesê herî zêde pê matmayî man, rûyê rastîn û azad ê jinên Kurd bû ku di dîmenên Beyan Selahê de xûya dikir. Derhêner Beyan Selah behsa serpêhatiyeke balkêş dike û dibêje: “Gelek derhênerên Ewropî ji min dipirsî ka min lîstikvan bi kar anîne an na. Ji ber ku li cem wan nêrînek heye ku jinên li Rojhilata Navîn her tim girtî ne û çîroka xwe    vedişêrin. Dema wan dît ku jinên gundê Jinwarê li ber kamerayê çi qas azad, xwebawer û bi vîn in,  wan bawer nedikir ku ev jiyaneke rastîn e.” Bi vî rengî, “Jinwar”ê karîbû nêrîna klasîk a cîhanê ya li ser civaka Kurda biguhere. Kurd bi şandeyeke berfireh li Cannesê bûn Beşdariya Beyan Selahê beşek bû ji amadebûneke berfireh a Kurdan a di gera îsal de. Cara yekem bû ku Kurd bi şandeyeke zêdetirî 50 kesî (şanoger, derhêner û rojnamegeran) û bi standeke taybet a bi navê “Kurdistan” di bazara fîlman a Cannesê de amade bûn. Ev amadebûn bûye platformek ku sînemakarên Kurd tora têkiliyên xwe bi cîhanê re  …

    Zêdetir
    Li Cannesê Tîrêja Rojê

    Dîzaynera navdar a Kurd Lara Dizeyî,  bi yekê ji dîzaynên xwe yên bi navê “Tîrêja Rojê” beşdarî Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê bû. Dîzaynera Kurd Lara Dizeyiyê ji Rûdawê re daye zanîn ku ku ew  15ê Gulana îsal saet 17:00an li Festîvala 79emîn a Fîlman a Cannesê li ser xalîçeya sor meşîyaye.  “Îlhama xwe ji rojê wergirtiye” Lara Dizeyiyê da zanîn ku ew dê yek ji dîzaynên xwe yên taybet a bi navê “Tîrêja Rojê” li     xwe bike. “Tîrêja Rojê” navê dîzaynek taybet e ku Lara Dizeyî ji bo Festîvala Cannesê amade kiriye. Ew dîzayn ji ronahî û hêza…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext