Dunya piçûk bûye. Lê ev ne wek metafora ku di helbesta Mungan de wekî “em mezin bûn û qirêj girt
Dunya” ye. Ev Dunyaya global e ku di qursîyên zanîngehan de behs dibe ye.
Evdalê Zeynikê, wek tê zanîn, di gelek kilamên xwe de gazî Temo dike. Di yek ji wan de dibê, “Temo
lawo, çiqas xweş bû ronahîya Dunyayê.” Belê, ancax huner bi vê ronahîyê dikare bihise û ancax
hunermend hevokên wiha dikarin bi dev bikin, bînine ser zar û zimanan.
Lê divê were gotin ev ronahî ya Dunyayê ku Evdal behs kirîye, bi wêje, bi huner û bi însanên xwedîyên
taybetmendîyên bilind û bi xîreta însanetîyê derdikeve holê. Wek Erîka Ueda.
Erîka Ueda van roja fenomenê Kurda yê li ser plartormên dijîtal e. Ew xanimek Japon e û li Tokyoyê
dijî. Bi Kurdî hîn bûye û bi muzîka Kurdî re eleqeder dibe. Bi Kurdî strana dibêje û qliban dikşîne.
Armanca wê, di nav girseyên berfireh de belav kirin û danasîna muzîka Kurdî ye.
Hevnasîna Erîka Ueda ya bi çanda Kurdî ve li Stenbolê, bi garsonek Kurd ve destpêdike. Bi saya wî
Kurd û Kurdîtî bala wê dikşîne. Bi mêvanperwerî, jîyan û bi taybetmendîyên din ya gelê Kurd dihise û
jê hez dike.
Piştî ku dizvire welatê xwe biryara hinbûna Kurdî dide û dest bi xebatên xwe dike. A niha bi Kurdî
diaxife, stranan dibêje û repertuwarek dewlemend tomar dike. Di repertuwara wê de yek ji stranek
balkêş ya Seîd Yusif e. Strana “çawa tê herî, min li vir bihilî” xebatek wê yê serketî ye û li Tokyoyê
qlîba wê kişandîye.
Erîka, ji bo ku çand û hunera Kurdî bide nasîn qanalek YouTube jî vekirîye û her wiha deng û rengên
Kurdî digihîne hemwelatîyên xwe.
Erîka vê axirîyê li ser hînbûna saz dixebite û melodîyên muzîka Kurdî û awazên muzîka Japonî dide ber
hev, bal dikşîne hemanîyên wan. Bi van xebatan daxwaza Erîka ewe ku bikaribe di nav cimaeta Kurd
û Japonan de bendek dostanî û hevparîyê lihevbîne.
Erîka nîyet dike ku çand, huner û muzîka Kurdî hê ji nêz ve binase, bide der. Ji bo yê gelek cara tê
welat û têkilîyên xurt û berfireh datîne. Her wiha çapamenî û medyayên sozsyal yên Kurdî jî bi Erîka
re eleqeder dibin, dikşînîne ser rûpelên xwe, bi xwendevan û şopdarên xwe didine nasîn.
Bi kurtasî Erîka Ueda bi Kurdî hîn bûye, bûye qasedik kulturî ku çand, huner û muzîka Kurdî li
Japonyayê dide nasîn.
Wekî ku me li jorê jî got, teknolojî her roj hingî diçe Dunya piçûk dike, mesafeyên di navbera gelan û
çanda de winda dike. Ernîgarî, ziman û kevneşop êdî tenê li nexşeyan de dimîne, lê li ser platformên
dijîtal ew rêz û nexşe, sînor û dîwar dikevin nav hev. Stran gotina Erîkayê dibe sembolek sereke bo vê
mijarê. Ew zar û zimanên ku waxtek tenê di hafizayên ehlîyan de diman û digerîyan îro di tora global
de tevdigerin û wateyên teze kar dikin.
Ev rewş him hêza teknlojîyê nîşanê me dide him jî hêz û dînamîka gelê Kurd, balkêşî û dewlemendîya
çanda wê û ronahîya pêşeroja wê nîşan dide.
Em îro êdî hêsantir dikarin hevoka Evdal bigihînine Dunyayê: “Temo lawo, çi xweş bû ronahîya
Dunyayê…”

















