Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar

Amira Casar 1ê Gulana 1971ê li Londona Brîtanyayê jidayîk bûye, lîstikvanek Fransî ye. Bavê
wê Kurd, dîya wê Rûs e.
Amîr Casar keça Kurdek û stranbêjek Rûs e. Ew li Îngilîstanê jidayîk bûye lê li Îrlandayê medin
dibe. Di ciwantîya xwe de ji hêla Helmut Newton ku fotografgirek navdarê Alman e ve tê
dîtin û ber bi Parîsê diçe. Li Parîsê ji bo Chanel û ji Jean Paul Gaultîer wek model dixebite.
Di 1989an de dest bi xwendina xwe ya aktrîstîyê dike û di sala 1991ê de li dibistana
lîstikvaniyê ya Conservatoire National Supérieur d’art Dramatique de perwediya lîstikvaniyê
xelas kir.
Ew di drama fîlma Fransî ya bi navê “Erreur de Jeunesse” (1989) de yekembûna xwe ya
aktorê çêdike. Kurtefîlma Départ Îmmédiat (1996), di nav de ku ew yek ji herdu rolan digre,
di 1996 de xelata taybetî li Festîvala Kurtefîlma a Navneteweyi ya Clermont-Ferrand tê xelat
kirin. Ji bo rola wê di fîlmê pêkenokî “La vérité si je mens!” (1997) de ew di sala 1998an de ji
bo Xelata Césarê wek namzet tê nîşankirin. Di fîlma pêkenokî “Quand on sera grand de”
(2000) de Casar serlîstikvanî digre.
Bi lîstikvanên wek Sabine Azéma, Daniel Auteuil û Sergi López ve di projeyên cûrbecûr de
leyîstîye.
Di heman salê de ew di dramaya fîlmê fantastîkê Piano Tuner of Earthquakes de stranbêja
operayê Malvina van Stille, ku ji hêla zanyar Doktor Emmanuel Droz (Gottfried John) ve tê
kuştin û laşê wî ji hêla Doktor Droz ve tê dizîn de rol digre.
Casar di heman demê de wek aktrîsek şanoyê jî kar dike. Di 2006an de ew dibe endamê
jûriyê ya Festîvala Fîlmên Angers.
Amira Casar di sala 1995an de ji bo vîdyoya muzîkê ya Bryan Adams “Have You Ever Really
Loved a Woman?” jî xuya bû.
Çavkanî: Wîkîpedîa

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Zozan C: Dengê Kurdên Bajarî

    Îsal ji havîn de ez guhdarê hunermendek nû me ku ji hişê çêkirî afirîye û bi Kurdîyek gelek xweş kilam û stranan pêşkeşî me dike. Ew hunermenda me ya yekem…

    Zêdetir

    One thought on “Rûyek Bedew ya Cîhanê: Amira Casar

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext