Deq: Vegotin û Berxwedana Jinan

Hingî ku di dîroka mîrovahîyê ji serdema êçîrvanîyê veguhizî ya cotkarîyê jinan jî serdestîya
xwe winda kirin. Ji serdema cotkarîyê virda jin ne tenê ji serxestîya xwe di heman demê de ji
deng û rengê xwe, ji heq û hiqûqên xwe, serbarî ser ji bedenên xwe jî bûn. Idî ew di çand û
folklora gelan de, di tim şaristanî û olan de, li her welatî û di nav tim miletan de tenê bûn “yên
duyemîn.” Dengên wan qut bûn, baskên wan şikestin, rengê wan çilmisîn.
Her wiha ji bo evîn û daxwazên wan, tirs û xemên wan, hebûn û jîyanên wan rê û rec gelek
teng, kêm û tune bibûn. Xêncî hin nîşan û nîşaneyan, deq û sembolan.
Li hin herêman tê dîtin ku jinan lêvên xwe bi deqan reş kirine. Li gor hin çavkaniyan berî
Îslamîyetê li bazarên Mekkeyê zilamekî xwestiye bi darê zorê jinekê maç bike. Jin birêxistin
bûne û li dijî vê bûyerê li ser lêvên xwe deq çêkirine. Mirov dikare deqên li ser lêvan wekî
berxwedan an jî serîhildanekê jî şîrove bike.
Neqşên li ser bedena wan dibin deq û her deqek bi wateya xwe ya xweser dibe nasnameya
wan. Li erd û ezmanan hilnayê idî. Derîyek hêzê vedibe ji wan re. Dil digerîne di aramiya
bayekî nermik ê biharê de. Baweriyek dipêçe dil, zîl dide di dilê jinan de. Roj bi roj qayîm
dibin rayên baweriyekê, bedena jinan dibin erdnîgariya hêvîyên mîrovahî û hêzîyê. Li
erdnîgariya jinan dibe dil dikeve xwezayê, her parçeyekî xwezayê bi wate dibe, her wateyek
li ser bedena wan şîn dibe.
Welatê Kurda yek ji wan welatan e ku bi taybetiyeke çanda xwe balê dikişîne ser xwe û her
taybetiyên hemû mirovan ji hev diguherîne. Îro bi zêdeyî di nav jinên Êzdîyan û li heremên
wek Riha, Mêrdîn û Amedê kevneşopyek berdewam e. Jinên Kurda bi şeklên deqên xwe
yên cûr bi cûr kolanan dixemilînin. Çîroka her şiklekî û wateya wan ji hev cûdatir e. Lê her
deqeke li ser bedena jineke kurd didin pey çîrokên cûda û bala mirovan dikişînin ser çîrokên
xwe. Deqên li ser bedena mirovan ji dîrokê heta roja me bûne sembolên bawerî, evîn û
bereketê. Di her şiklekî deqan de wateyeke cûda heye.
Deqên ku li gelek bajarên Kurda dibin nîşaneya çandê, xwedî dîrokeke qedîm in. Berî zayînê
di sedsala 5’emîn de şopên deqan li welatên Afrîka û Amerîkaya Başûr hatine dîtin. Piştî vê
dîrokê li Avusturya, Îtalya, Mezopotamya, Yunanistan, Çîn û Zelandaya Nû jî çanda deqan di
nav civakê de berbelav bûye.
Wexta meriv li dîroka çanda deqan dinêre meriv dikare bibêje ku berî serdema ku nivîs were
keşfkirin ev çand wekî nivîsê hatiye bikaranîn. Di derbarê çanda deqan de di dîrokê de cara
yekem di sedsala 6’emîn de Amidenus Astiusê bi tibê re eleqedar di pirtûka xwe ya bi navê
“Medicae Artis Principes” de behsa deqan kiriye. Di pirtûkê de alavên ku di çêkirina deqan de
tên bikaranîn û çêkirina wan hatiye nivîsandin.
Ça Hatîye Çêkirin
Di destpekê de şîrê dayikan dixin nava teniyê û distrin. Bi taybetî jî şîrên dayikên ku zarokên
keç dimejînin tê bikaranîn.
Piştî ku şîr û tenî tê têkelkirin, pêşî şeklê ku tê xwestin li ser dest, rû yan jî lingên mirovan tên
xêzkirin. Cihên xêzkirî yek bi yek bi derziyê tên kutan. Di vir de ya girîng ew e ku cihê ku
derzî lê dikeve divê xwîn jê were. Wexta ku xwîn jê hat, cihê xwînê bi wê tişta ku hatî
amadekirin tije dibe.
Her çiqas vegotina vê yekê pir hêsan be jî ev pêvajo ne ewqasî hêsan e; têra xwe canê

mirov diêşîne. Carinan mirov ta digire û dikeve nav nivînan. Lê li gel vê yekê jî watedayîna
deqan girîngtir tê dîtin û bi sed salan e kevneşopî bi vî awayî berdewam dike.
Piştî ku deq li ser bedenê hat kutan bi çend rojekê cihê deqê hêdî hêdî qalikê xwe diavêje û
şeklê deqê derdikeve holê.
Bi Piranî Şeklê Deqan
Bi piranî şeklên ku têne xêzkirin motîfa rojê ye. Li gor riwayetan ev şekl sembola jîrbûn,
zîrekbûn û dilovaniyê ye. Tê bawerkirin ku kesên vî şiklî çêkin wê di axîretê de neşewitin. Her
wiha motîfên rojê û heyvê nîşaneyên daxwaza jiyaneke bêdawî ne jî.
Motîfa ku dişibe xaçê bêtir ji bo nezerê ango da ku çavên xerab ji ser mirovan rabin tê
xêzkirin. Sê xalên ku li ser destên zarokên kur tên xêzkirin da ku mirin ji wan dûr bikeve tê
çêkirin.
Li ser gerdena hin jinan deqên darekê hene ku wekî dara jiyanê yan jî wekî dara binemala
mirov tê şîrovekirin. Bi vî şeklî tê xwestin ku destpêk û bi dawîbûna jiyanê were şîrovekirin.
Ji xêncî van şeklan gelek cûreyên din jî hene. Her çiqas li ser şeklên wan lêkolîn hatibin kirin
jî hê jî hin cûreyên ku nepeniya xwe dihewînin hene. Pirî caran jinan da ku hewî neyên ser
wan li ser bedena xwe hin motîf deq kirine. Jinên ciwan ji bo şibandina xweşikiya xezalê
carinan şeklên xezalê deq kirine.
Wateya Wan
Wexta ku meriv ji aliyê wateyê ve kevneşopiya deqan binirxîne mirov bi rehetî dikare bibêje
ku bawerî û daxwazên xwe bi xwe re bi awayekî şênber gerandine. Xurtbûna daxwaz û
baweriyê hêviyek bi mirovan re çêkiriye. Ev hêvî bûne motîf û bedena mirovan xemilandine.
Kevneşopiyeke kevnare li gel wateyên xwe yên girîng û balkêş a dîroka kurdan, baweriya
wan û hêviyên wan ên jiyanî digihîne heta roja me.
Her çiqas di roja me de deq li piraniya cîhanê bi wateyên cûr bi cûr werin çêkirin jî bingeha
wan digihije deqan û motîfên deqan. Helbet di roja me de deqên ku li cîhanê têne çêkirin li
gor her mirovekî xwedî wateyeke cûda ye. Heta dibe ku hin mirov tenê ji bo xweşikbûnê jî
bedena xwe xêz bikin. Lê deqên li welatê Kurdan tên çêkirin wekî kevneşopiyekê digihijin
nifşên nû.
Îro
Li welatên rojava, li Awrûpayê îro deq û nîşan bûne mode û sînor jê re nehiştine. Îro ne tenê
jin, mêr jî her derê bedena xwe deqdeqî dikin û jê re dibêjin Tatto. HInek pispor deqkirina
bedenê xeter dibînin, hinek jî xeterîyê tê de nabînin. Lê di her halûkarê de deqandin îro bûye
modeyek. Her wiha deqêen jinên Kurd ketine objektîfa Reutersê jî.
Çavkanî: 1.B.Karatorak

  1. L.xane
  2. Rûpelanû
  3. Wikipedîa
  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Tenêtîya Sedsalî û Marquez

    Tenêtîya Sedsalî di sala 1967an de weşîyaye û ji alîyê Gabriel Garcîa Marquez ve hatîye nivîsandin. Tê qebûlkirin ku berhemek herî girîng ya edebîyata dunyayê ye.  Kurtayî Bajaroka Macondo ji…

    Zêdetir
    Gundîyên Tolstoy

    Di romanên Lev Tolstoy de, profîlên gundîyan him îdealîze dibin him jî bi rastîyên derûnî ve xwe didin der. Her çiqas Tolstoy  arîstokrat be jî mêla wî her lî ser…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext