Dîroka Edebiyata Kurdî

Prof. Dr. Marûf Xeznedar
Ji Soranî: Ziya Avci
Cildê I. Ji destpêkê heta sedsala 14.
Cildê II. Sedsalên 14. û 18an
Cildê III. Nîvê Yekem ê Sedsala 19. 1801-1850.
Cildê IV. Nîvê Duduyan ê Sedsala 19an û Destpêka Sedsala 20an (1851-1914)
Cildê V. Di Navbera Herdu Şerên Cîhanê yên Yekem û Duyem yên Sedsala 20an de
(1914-1945)
Cildê VI. 1945-1975 (A)
Cİldê VII. 1945-1975 (B)
Heta vê kêliyê, berfirehtirîn xebata akademîk a ku li ser dîroka edebiyata Kurdî hatiye
amadekirin berhema Marûf Xeznedar ya bi navê Mêjûy Edebî Kurdî ye. Ev dîroka
edebiyatê ya ku encama keda pêncî salî ye (1950-2000), bi qeware û naveroka xwe
di heman demê de projeyeke edebî ya serkeftî û ansîklopediyeke edebiyatê ya
giranbiha ye jî. Berhem, ne tenê qonax, nûner û bizavên edebiyata Kurdî, di heman
demê de zanyariyên bingehîn ên bi coxrafya, dîrok, ziman, dîn, civak, perwerde,
destnivîsarî û rojnamevaniya Kurdî re pêwendîdar û seyra dîrokî ya edebiyatên
cîhanê jî radixe ber çavan.
Di Mêjûy Edebî Kurdî de diyalektên edebî yên Kurdî, di çarçoveya serdeman de
pêkve hatine pêşkêşkirin (qonaxbendiya asoyî) û ji bo her helbestvanekî bi qasî ku
bibe namilkeyek cihekî zêde hatiye terxankirin. Di berhemê de, li gor qewareyê, bi
rêzê edebiyatên Kurdîya Soranî, Goranî, Kurmancî û Lorî cih digirin. Heçî Kurdîya
Zazakî û Kurdîya berî Îslamê ye amaje bi wan nehatiye kirin. Ji aliyê edebiyata
Kurmancî ve li ser esasê ekola Rûsyayê kêm helbestvan hatibin dayîn jî, di nav
lîteratura Soranî de, berhema ku herî zêde cih daye edebiyata Kurmancî dîsa Mêjûy
Edebî Kurdî ye. Ji ber ku di berhemê de edebiyata Soranî bi qonaxên xwe yên klasîk
û modern bi awayekî pir berfireh hatiye pêşkêşkirin, rola berhemê ya esasî di qada
edebiyata Soranî de ye.
Guman tuneye ku hemû Kurdên ku Kurmanciya latînî bi kar tînin, de ji vê berhema
Marûf Xeznedar ya ku bi destê Ziya Avci hatiye Kurmancîzekirin û ji aliyê
Weşanxaneya Nûbiharê ve hatiye weşandin mefayeke mezin bi dest bixin.

Abdurrahman Adak
Ji Malpera ÇandName

  • Zerdûşt Öztürk

    Li ser kanî û kulîlkan, li ser çîrok û dîrokan, kelam û kilaman, gula qaçaxan, zemanên mezinan, serpêhatîyên piçûkan, hêvî û gumanên pêşerojan, xema dengbêjan... Mêvanên me yên ku dixwazin nivîsên wan di malpera me de biweşe dikarin li ser lînka jêrê bigihîjin me. Têkilî: tekili@zerdustxale.com.tr

    Related Posts

    Waxtekî Dunya Tarî Bû

    Waxtekî dunya tarî bû. Êvar dirêj, şev reş bûn.  Heta salên 70an li ti gundê welat, li Serhedê, her wiha li Seregolan ceryan tunebû. Di ronahîya êvran de çira, lambên…

    Zêdetir
    Mîrze Mihemed Dizewice

    Carek ji caran, rihme dê û bavê haziran. Di zemanek qedîm de sê kurên mêrek hebûne. Navê yê piçûk Mîrze Mihemed bûye. Di ber derê wan de dara sêva hebûye.…

    Zêdetir

    Bir yanıt yazın

    E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

    Pesendên Sereke

    Ez ji Te re Av Bînim

    Ez ji Te re Av Bînim

    Serhonazê Kal

    Serhonazê Kal

    Destana Berxwedana Nefsê

    Destana Berxwedana Nefsê

    Rûdanên Hala

    Rûdanên Hala

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Bandora Ziman Li Ser Dilan

    Mişkê Welat

    Mişkê Welat

    Behlûlê Dîn

    Behlûlê Dîn

    Qaçax

    Qaçax

    Keçe Kumsor

    Keçe Kumsor

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Çîroka Derew û Rastîyê

    Şivanê Piçûk

    Şivanê Piçûk

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Mîr, Wezîr û Cotkar

    Pînokyo

    Pînokyo

    Siloyê Hirç

    Siloyê Hirç

    Bextîyar û Bêbext

    Bextîyar û Bêbext