Hesreta Mîrat Mayî

Ez ji Serheda jorîn im. Heya fermana sala 1918an li vê deverê Êzdî jiyane. Çûyîna wan bi kul û
derd e, gellek çîrok li dû xwe hîştine. Di bîra civakê de û di pirtukên Erebê Şemo, Heciyê Cindî û
Wezîrê Eşo de behsa eş û janên wan salan tê kirin. Gundê me li ser riya şanzdeh gundên Êzdiyên
herêma Dîgorê ye. Êzdiyên cîranên me, di sala 1918an de ne di vê riyê re di riyên çil û çiyan re derbasî
alî Sovyetê bûne û cardin jî venegeriyane ser hîmên xwe.

Zêdetir